• Wednesday, 18 February 2026
logo

PKKê jî dest pê kir- 15 karker ji aliyê gerîlayan ve hatin girtin

PKKê jî dest pê kir- 15 karker ji aliyê gerîlayan ve hatin girtin
Hat zanîn ku gerîlayên PKKê li navçeya Silopî ya Şirnexê 15 karkerên ku madenê komirê de kar dikirin, revandine.

Li gorî medyaya Tirkiyê, îro danê sibê gerîlayên PKKê li nêzîkî çiyayê Cûdî li derdora navçeya Silopî ya Şirnexê, avêtin ser şantiyeya karkerên ku di madena komirê de kar dikirin.

Li gorî agahiyan, gerîlayên PKKê piştî ku 6 kamyon şewitandin 15 karker jî bi xwe birin.

Piştî bûyerê hêzên artêşa Tirk dest bi operasyonê kirin.

Hat gotin ku 4 roj berê jî gerîlayên PKKê avêtibûn ser wê şantiyeyê û 2 karker revandibûn lê piştî 2 rojan dîsa ew berdabûn.

Ev çalakiya gerîlayên PKKê piştî êrişa balafirên şer ên Tirkiyê li dijî bingeh û çeperên PKKê yên Başûrê Kurdistanê her wiha girtina endam û alîgirên wê rêxistina kurdî li Tikriye û Bakurê Kurdistanê tê.

Şeva borî balafirên şer ên Tirkiyê tevahiya bingeh û çeperên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê dan ber bombeyan.

Li gorî agahiyên Rûdawê, heta niha 4 gerîlayên PKKê ji ber wan êrişan şehîd bûne.

rudaw
Top