• Wednesday, 18 February 2026
logo

Bexda heqê petrola Kurdistanê dişîne

Bexda heqê petrola Kurdistanê dişîne
Parlamenterên kurd ên di parlamentoya Iraqê de dibêjin, Bexdda di destpêka hefteya bê de, dê bûdceya Herêma Kurdistanê ya pişka meha Gulanê ji Hewlêrê re bişîne.

Endamê Komîteya Darayî di Parlamentoya Iraqê de, Mesûd Heyder di daxuyaniyeke ligel kanala televizyonî ya Rûdawê de ragihand: “Rêjeya ew petrola ku Herêma Kurdistanê di meha Gulanê de radestî şîrketa SOMOyê kiriye, gihîştiye 4 milyon û 444 hezar bermîlan û buhayê her bermîlekê jî bi 55 dolarî hatiye hesabkirin.”

Mesûd Heyder ragihand, li gor nirxandina ku hatiye kirin, pereyê wê petrola ku Kurdistanê bi rêya şîrketa petrola Iraqê SOMOyê şandiye derve, di navbera 250 heya 300 milyar dînarî de ye.

Heyder derbarê dema şandina bûdceya Herêma Kurdistanê de jî got: “Tê çaverêkirin ku di destpêka hefteya bê de, bûdceya Kurdistanê were şandin.”

Ji aliyekê din ve, parlamenter Serhan Silîvanî di daxuyaniyekê de aşkere kir: “Bexda roja yekşemiya bê dê bi qasî 300 milyar dînarî bişîne Hewlêrê, ku ew jî wek heqê şandina petrola Herêma Kurdistanê bo derve bi rêya SOMOyê ye.”

Silîvanî herwiha da xuyakirin: “Hewlêr niha bi xwe dest bi şandina petrola xwe bo derve kiriye û ti belge jî nînin ku danûstandinên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ya Iraqê li ser pirsa petrolê dest pê bike.”

Bexdayê di 11ê meha Gulanê de, 543 milyar dînar wek pişka meha Nîsanê ya bûdceya Herêma Kurdistanê ji Hewlêrê re şand ku 33 milyar ji wê rêjeyê wek bûdceya pêşmerge û 510 milyar dînar jî wek pişka bûdceya Herêma Kurdistanê ji bûdceya giştî ya Iraqê hatibû şandin.

Top