Di navbera artêşa Tirkiyê û DAIŞê de şer û pevçûn
Waliyê Kilsê Silêman Tabsîz ji ajansa Anadol re ragihand: “Hezek leşkerên Tirkiyê rastî teqeyan ji aliyê Sûriyê ve hatin, ew devera teqe jê hatin di bin kontirola çekdarên DAIŞê de ye û artêşa Tirkiyê jî li çekdaran vegerand.”
Navborî herwiha ragihand ku:“ Efserek hate kuştin û du alîkarên wî jî birîndarbûn û jibo nexweşxaneya Kilisê li başûrê Tirkiyê hatin veguheztin.”
Ji aliyekî din ve ajansa Dogan ragihand ku di vî şerî de efserek hatiye kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.”
Herwiha wê ajansa Tirkiyê tekez jî kir ku hêzek mezin li gel tang û topan berê xwe daye devera ku ev şer û pevçûn lê qewimîne.
Basnews
