Tirkiyê li ser sînorê Sûriyê “herêma leşkerî ya taybet” ragihand
Walîtiya Kilîsê ragihand, ji bo parastina mal û canê welatiyan, hinek deverên sînorî dê heyama 5 rojan wek herêmê ewlehiyê yên taybet bên destnîşankirin û ji sivîlan re bên qedexekirin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiya Kilîsê, ew biryar di çarçoveya qanûna “Herêmên Qedexe û Leşkerî” de hatiye dayîn.
Ew herêmên ku tên qedexekirin ev in: Herêma navbera qereqolên Oncu û Înanli û herêma navbera qereqolên Darmik û Çerçîlî.
Walîtiyê eşkere kir ku qedexeya li ser wan herêman ji îro saet 13:00 dest pê dike û roja 28ê vê mehê saet 13:00 xilas dibe.
Berdevkê hikûmeta Tirkiyê Bulent Arinç jî duh gotibû, dê tedbîrên ewlehiyê li ser sînorê Sûriyê bên girtin.
Bajarê Kilîsê yê Tirkiyê dikeve beramberî bajarê Izazê yê Sûriyê.
Rudaw
