Li Mûsilê emîrekî DAIŞ ê Kurd hate kuştin
Bi sedema bordûmana firokeyên cengî yên Hevpeymaniya Navdewletî Emîrekî Kurd di nav çekdarên DAIŞê de hat kuştin.
Berpirsê ragihandina liqê 14 yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Mûsilê “Seîd Memozînî“ ragihand: “Êvara îro 22 Temûzê firokeyên cengî yên Hevpeymaniya navdewletî bi tundî kombûnek çekdarên DAIŞê li taxa “Mûsena” li rojhilatê bajarê Mûsilê bordûman kirin.” Û got jî: “Di encama vê bordûmanê de baregehek DAIŞê hate rûxandin, 3 serkirdeyên wan û 7 çekdar jî hatin kuştin, yek ji wan Kurde bi navê “Ebû Îmad Elkurdî” û pileya wî di nav çekdarên DAIŞê de Emîr bû.
