Hikûmeta Îraqê dê 8 wezaretan hilweşîne
Şêwirmendê serokomarê Îraqê ragihand ku di meha bê de dê 8 wezaretên Hikûmeta Îraqê bên hilweşandin û deselat û fermanbarên wan bên veguheztin bo parêzgehan û li ser wan dê bên dabeş kirin.
Şêwirmendê serokomarê Îraqê “Orhan Muftî” di daxuyabiyek rojnamevanî de eşkere kir ku di roja 5ê meha 8 de Enûmena Wezîrên Îraqê dê 8 wezaretan hilweşîne û fermanberên wan jî dê li ser parêzgehan bên dabeşkirin û pêwîste hikûmetên xwecihî li parêzgehan xwe ji bo vê erka nû amade bikin.
Herwiha ew jî tekez kir ku hikûmetên xwecihî li parêzgehan dikarin bêhtirên doseyên wezaretan birêve bibin û dinav de jî doseyên girêdayî pirsên aborî û xizmetguzarî û pirojeyên weberhênanê û hin pirsên din jî.
Bi gotina navborî derengbûna hilweşandina wezaretan û veguheztina deselata wan bo parêzgehan dibe sedema doseyan li dijî Hikûmeta Îraqê di dadgeha fedralî de.
Basnews
