Amerîka: Derbarê teqîna Pirsûsê de em li benda lêkolînê ne!
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby îro di konfranseke rojnamevaniyê de bersiva pirsyareke de li Washingtonê, Namo Ebdullah derbarê teqîna Pirsûsê de da.
John Kirby di bersiva pirsyarekê de ku gelo piştî teqîna Pirsûsê, Amerîka pêwendî bi rayedarên dewleta Tirkiyeyê re kiriye yan jî na, ji Rûdawê re ragihand, wan piştî teqînê hevxemiya xwe gihandiye kesûkarên qurbaniyan û Tirkiyeyê.
Di bersiva wê pirsyarê de jî ku gelo egera wê yekê heye Tirkiye ji DAIŞê re bibe armanceke mezin, ji ber ku niha Tirkiyeyê helwestekî tundtir li dijî DAIŞê heye, John Kirby got: “Ez nizanim niyeta DAIŞê ji Tirkiyeyê re çî ye, lê ewa ez dizanim ev e ku ew dijminekê metirsîdar in ku em weke hevpeymaniyê gerek li dijî wan bisekinin.”
Kirby herwiha da xuyakirin: “Her çiqas hemû karek ji çekdarên DAIŞê tê çaverêkirin, lê em li benda lêkolînên dezgehên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ne, da ku em bizanin kîjan alî li pişt teqîna Pirsûsê ye.
Duh li Navenda Çand û Huner a Amara li navçeya Pirsûsê li Bakûrê Kurdistanê teqînek çê bû û li gor agahiyan piştrastkirî di encama wê teqîna xwekujî de 32 kes şehîd bûn û 104 kes jî birîndar bûn.
Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu duh piştî teqînê ragihand, dibe ku rêxistina DAIŞê li pişt teqînê be û soz da lêkolînên berfireh derbarê bûyerê de were kirin û bikerê wê teqînê were aşkerekirin.
Lê Hevseorkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş di daxuyaniyekê de ragihand, hikûmeta Tirkiyeyê şirîkê vê teqînê ye.
Rudaw
