• Wednesday, 18 February 2026
logo

Hesekê – YPG û DAIŞ tax bi tax şer dikin

Hesekê – YPG û DAIŞ tax bi tax şer dikin
Hat zanîn ji şeva borî de şerekî giran li başûrê bajarê Hesekê di navbera YPG û DAIŞê de derketiye, li hinek cihan jî DAIŞ çekên jehrî bikar tîne.

Jêderekî li Hesekê ji Rûdawê re got, ji şeva borî de li taxa Neşwe li başûrê Hesekê di navbera şervanên YPGê û çekdarên DAIŞê de derketiye û hêzên Sûriyê jî di wî şerî de pişta YPGê digirin.

Wî jêderî da zanîn, şervanên YPGê dora çekdarên DAIŞê girtine û ew di taxê de asê kirine û ragihand, şer li wê taxê bûye şerê kuçeyan û li hinek cihan jî mal bi mal şer tê kirin lê YPG pêşde diçe.

Li gorî agahiyên wî jêderî, çekdarên DAIŞê li hinek malan de bombe danîbûn ji ber wê jî hinek şervanên YPGê di encama teqîna wan bombeyan de şehîd bûne.

Jêderê Rûdawê her wiha eşkere kir ku çekdarên DAIŞê li hinek cihan çekên jehrî li dijî YPGê bikar anîne.

Hat gotin ku balafirên şer ên Amerîka û hevpeymanên wî welatî alîkariya YPGê dikin û li çekdarên DAIŞê didin.

Rudaw
Top