Li Dêrsimê bombeyek 120 kîloyî hat dîtin
Îro danê sibê hêzên leşkerî yê artêşa Tirkiyê li ser rêya gundê Tûlikê yê Dêrsîmê, di dema kontrolkirina rê de rastî bombeyekê hatin ku di binê erdê de hatibû danîn, giraniya bombeyê nêzîkî 120 kîloyî bû.
Hêzên artêşê paşê bombe ji çalê derxistin û li jorî rê teqandin. Ji cihê hatiye teqandin diyar dibe ku bandora bombeyê çiqas mezin e. Dar û berên cihê teqînê, ji ber bandora mezin a teqemeniyê rûçikîn û şewitîne.
Li ser rêya gundê Tûlikê ku 10 kîlometran dûrî bajarê Dêrsîmê ye, roja 1ê Gulana sala par jî bombeyek hatibû teqandin.
Herwiha li ser rêya gundê Tûlikê hêzên leşkerî yên taybet ên artêşa Tirkiyê rêwî û wesayîtan radiwestînin û wan teftîş dikin.
Rudaw
