• Wednesday, 18 February 2026
logo

Davûtoglu diçe Sirûcê

Davûtoglu diçe Sirûcê
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu çû bajarê Rihayê û serdana birîndaran teqîna Sirûcê kir. Tê gotin Davûtoglu dê serdana Sirûcê jî bike.

Li gorî medyaya Tirkiyê, Ahmet Davûtoglu bîstekê beriya niha gihîşt bajarê Rihayê û li nexweşxaneya Balikligol a bajêr serdana birîndaran teqîna duh a Sirûcê kir.

Tê gotin ku Davûtoglu dê serdana bajarê Sirûcê jî bike.

Hevjîna Davûtoglu, Alîkarê Serokwezîr Nûman Kurtulmuş, Wezîrê Kar Farûq Çelîk, Waliyê Rihayê Izedîn Kuçuk û parlamenterên Rihayê pê re ne.

Di teqîna duh a Sirûcê de herî kêm 32 kes miribûn, 104 kes jî birîndar bibûn. Piraniya birîndaran rakiribûn nexweşxaneyên Rihayê.

Rudaw
Top