KCK: Hikûmeta AKPê li hember teqîna Pirsûsê berpirsiyar e
Duh li bajarê Pirsûsê yê Bakurê Kurdistanê êrişeke xwekujî çêbû ku di encamê de heta niha 32 kesan jiyana xwe ji dest dane û nêzîkî 100 kes jî birîndar bûne.
KCKê li ser teqîna Pirsûsê daxuyaniyek nivîskî belav kir û ragihand, ew êriş ji aliyê DAIŞê ve û bi haydariya hikûmeta AKPê û MÎTê hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di dereceya yekemîn de hikûmeta AKPê li hember wê teqînê berpirsiyar e lewma divê hesabê wê yekê bide û wiha hat ziman:
“Berpirsyarê sereke yê vê komkujiyê Hikûmeta AKP'êye. Kujerê van ciwanan yekser Hikûmeta AKPê ye. Têkilî û tifaqa AKPê ya ku li ser dijminatiya kurdan bi DAIŞ'ê re kiriye, rê li ber vê komkujiyê vekiriye”.
Rudaw
