• Wednesday, 18 February 2026
logo

Jinên êzîdî dîrokê zindî dikin: Dibin Pêşmerge

Jinên êzîdî dîrokê zindî dikin: Dibin Pêşmerge
Endamekî Parlamentoya Kurdistanê eşkere kir ku jinên kurd ên êzîdî tevlî hêzên Pêşmerge dibin û got, yekîneyek taybet a jinên êzîdî hatiye avakirin.

Jinên kurd ên êzîdî ji bo ku li hember êrişên terorîstên DAIŞê xwe biparêzin û li kêleka pêşmergeyên zilam şerê terorê bikin, tevlî refên Pêşmerge dibin.

Nûnerê kurdên êzîdî li Parlamentoya Kurdistanê Şêx Şamo li ser vê yekê ji Rûdawê re got, Wezareta Pêşmerge zêdetirî 10 tabûran ji pêşmergeyên êzîdî ava kiriye û da zanîn, di nav wan de yekîneyek taybet a jinên êzîdî jî heye ku hejmara wan zêdetirî 120 kesî ye.

Şêx Şamo diyar kir ku jinên êzîdî ji bo parastin û azadkirina dever û bajarên xwe ji destê terorîstên DAIŞê tevlî refên Pêşmerge dibin û got, di dema xebata rizgariya kurd de bi sedan pêşmergeyên jin hebûn îro jî jinên êzîdî vê dîrokê dubare dikin û ji bo parastina nasname û pîroziyên xwe dibin pêşmerge.

Li gorî agahiyên wî parlamenterê kurd, heta niha zêdetirî 5 hezar kurdên êzîdî bûne Pêşmerge û tê pêşbînîkirin ku hejmara wan bigihîje 16 tabûran.

rudaw
Top