• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derveyê Qeter kir

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derveyê Qeter kir
Roja dûşem 20.07.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Dr. Xalid Bin Mihemed El Etiye Wezîrê Derveyê Qeter û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de Wezîrê Derveyê Qeter silavên Emîrê Qeterê bi Serok Barzanî gihand û her wiha behsa pêşketin û geşbûna Herêma Kurdistanê û azayetiya Pêşmergeyan ya li rûbirûbûna terorîstan kir û rola Serok Barzanî jî li serkirdayetîkirina şerê teror û pêşveçûna Kurdistanê de bilind nirxand. Her wiha spasî Serok Barzanî û gelê Kurdistanê jî kir ku li gel wê yekê ku Kurdistan li şer daye û qeyrana aborî jî heye lê belê bûye penageha sedan hezar koçberan ku ji netewe û peyrewên olên cûda cûda pêkhatine.

Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û ronahî xiste ser rewşa koçberan û tekez li wê yekê kir ku Kurdistan yarmetîdana koçber û lêqewimiyan de bi erkekî mirovî û nîştîmaniya xwe dizanê û ewê ji dest hatiye ji bo baştirkirina jiyana koçberan kiriye lê belê hejmara koçber û penaberan gelek zêdene û li derveyê şiyanên Herêma Kurdistanê ne.

Li beşekî dinê axaftina xwe de Serok Barzanî balkişand li ser derketin û geşbûna terorîstan li Iraq û metirsiyên terorê û ragihand ew tawan û dirindeyiya terorîstan li dijî xelk û pêkhatan encam daye li dîrokê de mînakeke wê nebûye. Eve jî xisterû ku terorîstan sûd ji gengeşeya tayîfî û rewşa xerab ya siyasî wergirt û geş bûn. Serokê Herêma Kurdistanê eve jî dûpat kir ku rûbirûbûna terorê pêwîstî bi hewldana hemû aliyan heye û li gel şerê serbazî pêwîste li rûyê siyasî û fikrî û aborî ve jî şerê terorîstan bê kirin. Her wiha eve jî bi Wezîrê Derveyê Qeterê ragihand ku li rûbirûbûna terorîstan da rewşa Iraq û Sûriye bi pêkve hatiye girêdan û pêwîste li Iraq û Sûriye teror bê ji nav birin.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Qeterê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.

Top