Îranê rê da tankêrên petrolê ji Başûr derbasî Rojhilat bibin
Deriyê sînorî yê Hacî Omeranê di navbera Rojhilatê Kurdistanê-Îran û Başûrê Kurditanê-Iraqê de ye. Navê deriyê han li aliyê Rojhilat, Temerçîn e.
Berpirsê giştî yê deriyê sînorî yê Hacî Omeranê, Mesûd Ehmed ji Rûdawê re got, nêzîkî 5 meh bûn Îranê nedihîşt tankêrên sotemeniyê ji Başûr derbasî aliyê Rojhilat bibin lê ev demek e rê vebûye û tankêrên sotemeniyê derbas dibin.
Mesûd Ehmed da zanîn ku piştî rêdayînê, rêjeya hinartina sotemeniyê ji Başûr pir zêde bûye û got, li aliyê Rojhilat (Temerçîn) depoyên sotemeniyê hatine çêkirin û êdî tankêrên ku ji Başûr diçin dikarin barê xwe li wir vala dikin û vegerin.
Rêveberê gumrika Hacî Omeranê, Aso Qadir jî li ser vê mijarê ji Rûdawê re got, roj bi roj hinartina sotemeniyê zêde dibe û ji bo ku petrol û sotemeniya ku ji Başûr derbasî Rojhilat dibe, bilez derbas bibe û bigihîje bazarên cîhanê êdî tankêr û kamyon dikarin 24 saet derbas bibin.
Rudaw
