Volkana Ferat du grûbên xwe ji Kobanî derxist
Çend roj berê Volkana Feratê, ku li Rojavayê Kurdistanê bi taybet li Kobanî û Girê Spî di şerê DAIŞê de alîkariyê dide YPGê, du grûbên xwe yên bi navên “Zaza” û “Cund Elherêmên” bi tohmeta diziyê û talankirina mal û milkên welatiyên Kobanî, ceza kiribû û biryar dabû wan ji Kobanî derxîne.
Berdevkê fermî yê Odeya Operesyonên Volkana Feratê li Kobanî, Şervan Derwîş li ser vê mijarê ji Rûdaw re ragihand, ew herdu gurûp di şerê li dijî rêxistina DAIŞê de erkên xwe bicîh nehanîbûn û li şûna ku şer bikin dizî ji mal û milkên xelkê kiribûn lewma Odeya Operesyonên Volkana Ferat hefteyekê beriya niha biryara dabû wan herdu gurûpan ji nav refên xwe derxe û muhlet dabû wan ku di hindirê hefteyekê de ji Kobanî derkevin.
Derwîş da zanîn ku îro (20ê Tîrmehê) roja dawiyê ya mohleta wan e.
Wî rayedarê Volaka Feratê her wiha got, kiryarên ku wan çekdaran li Kobanî kiribûn, dûrî armanc û prensîpên Volkana Feratê ne, ji ber wê biryara derxistina wan ji Kobanî hat dayîn.
Volaka Feratê ji çend kom û grûbên çekdar pêk tê, ku gellek ji wan kurd in. Di nav wan de komek şervanên YPGê jî hene.
Rudaw
