• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serokayetiya Herêma Kurdistanê kirdara terorîstiya Benî Se'ed şermezar kir

Serokayetiya Herêma Kurdistanê kirdara terorîstiya Benî Se'ed şermezar kir
Êvariya roja înê 17.07.2015 û li yekem roja cejna remezana pîroz da terorîstan li kirdarekî dirindane de û bi sedema teqînek li bajaroka Benî Se'ed a parêzgeha Diyale hejmarekî zêdeyê hemwelatiyên bê guneh şehîd û birîndar kir.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê gelek bi tundî vê kirdara nemirovane şermezar dike û serxweşiyê li kesukarê şehîdên vê rûdawa diltezîn dike û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran dixwaze. Terorîst wekî pîşeya xwe ya herdemî bi bêyî guhdana bihayên olî û miroviyan gelek tirsnokane û bê bezeyiyane canê hemwelatiyan kiriye armanc. Ev karê diltezîn dadê nade terorîstan û çarenûsa wan ji navçûn û şikeste.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
18.07.2015
Top