Mûna Qehweçî: Serokê perlementoyê beramber “Mûameryekê” bê deng e.
Endamek perlementoya Kurdistanê dibêje: “Heta niha serokê perlementoyê bersiva wê pirojeyasayê nedaye, ku Tevgera Goran(Goran), Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ji bo kêmkirina kursiyên (Kota) pêşkêşkiribûn.”
Endama perlementoya Kurdistanê ji pêkhateyê Turkiman “Mûna Qehweçî” ji BasNews re ragihand: Mixabin serokê perlementoya Kurdistanê heta niha bersiva daxwaza pêkhateyên Kurdistanê nedaye û bi tenê di civîna xwe de li gel nûnerê Neteweyên Yekbûyî (YN) gotibû ew piştgiriya pêkhateyên Kurdistanê dikin û got jî: “Mixabin heta niha serokê perlementoyê heta niha bi fermî bersiva wê pirojeyasayê nedaye, ku her yek ji Goran û YNKê amadekiribûn ji bo kêmkirina kursiyên pêkhateyên Kurdistanê di perlemento de.”
Herwiha got: “Em famnakin çima YNK û Goran vê hewlidanê didin bo kêmkirina kursiyê (Kota) di perelmento de û çima serokê perlementoyê bê denge beramberî vê “Mûamerê” li ser pêkhateyên Kurdistanê.”
Ji aliyekî din ve amaje bi wê yekê jî kir ku: “Ti hêzek yan aliyekî siyasî nikare kursiyên pêkhateyên Kurdistanê di perlemento de kêm bike.”
Basnews
