DAIŞ gaza jehrê li dijî kurdan bikar aniye
Rojnameya The Guardian a berîtanî ragihand: “Çekdarên DAIŞê bi mebesta sitandina çend navçeyan ji hêzên kurdî, di dawiya meha Hezîranê de gaza jehrê li bakurê rojhilatê Sûriyê li herêma Hesekê li dijî kurdan bikar anîne.”
Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl îro di daxuyaniyekê de ew yak piştrast kir û ragihand: “DAIŞ gaza jehrê bijar aniye, lê heta niha cureyê wê jehrê nehatiye diyarkirin.”
Rêdûr Xelîl wiha got: “Çekdarên DAIŞê bi alîkariya tîmeke navdewletî pispor ew kar kiriye.”
Nûnerê Sûriyê bo mafên mirovan û rojnamevanên Brîtanyayê jî di raporên xwe de derbarê şerê li Sûriyê de ew yek piştrast kirine ku, “Çekdarên DAIŞê di 28ê Hezîranê de gaza jehrê li dijî kurdan bikar anîne.”
Nûnerê Sûriyê bo mafên mirovan behsa wê yekê dike ku 12 şervanên YPGê li ber wê gaze jehrî bûne, lê heta niha bi temamî agahî neketine destê wan de.
Di wan rojên ku DAIŞê êrişî taxên kurdan dikin, xelkê wan taxan ji Rûdawê re digotin bêhnek pir nexweş ji wan rokêtan tê dema li taxên wan dikevin.
Rudaw
