• Wednesday, 18 February 2026
logo

DAIŞ’ê got cejn yek roj e

DAIŞ’ê got cejn yek roj e
Rêxistina DAIŞ'ê piştî qedexekirina teravîh û nimêjên cejnê, vê carê jî ragihand ku cejn tenê rojek e.

Rêxistina DAIŞ’ê piştî qedexekirina teravîh û nimêjên cejnê, vê carê jî ragihand ku cejn tenê rojek e.

Cejna Remezanê ku li gor alema Îslamî 3 roj in, lê rêxistina DAIŞ’ê qedexe kir û ragihand ku tenê rojek e. Rêxistin cejna Qurbanê weke çar rojan qebûl kir û di cejnê de jî şer helal kir.

DAIŞ’ê beriya niha jî ji bo diyarkirina roja cejnê jî dîtina heyvê li dijî ol e û her wiha rojên Remezanê jî weke 28 roj diyar kiribû.

Rêxistinê beriya niha jî teravîh û nimêja cejnê û her wiha Mewlûd jî qedexe kiribû.

Basnews
Top