Ebadî cejin li Pêşmerge pîroz kir
Ofîsa Serokwezîrê Iraqê di daxuyaniyekê de li ser zimanê Ebadî ragihand: “Bi hatina cejna Remezanê, em pîrozbahiyê li hemû hêzên têkoşer ji artêşê, polîs, Heşdul Şeibî û Hêzên Pêşmerge dikin, ku li hember dijmin (DAIŞ) şer dikin û welat ji wan paqij dikin.”
Ebadî wiha got: “Ew serkeftinên we, cejnekî din e bo gelê we û em li hêviya serkeftinên din in. Yên ku çekdarên DAIŞê li bajarên Tikrît û Bêcî li parêzgeha Selahedînê şikandin, hûn bûn, herwiha li parêzgeha Enbarê jî serkeftin nêzîk dibe.”
Di dawiya wê daxuyaniyê de, Ebadî silavên xwe pêşkêşî şehîd û birîndarên şerê DAIŞê kir û soza girtina tevahiya navçeyan da û got ew roj dê cejna mezin be.
Tê zanîn ku li Herêma Kurdistanê û li cem suniyên Iraqê duhî roja yekê ji cejna Remezanê bû, lê li cem şîeyan îro roja yekê ji cejnê.
Rudaw
