• Tuesday, 17 February 2026
logo

PDK newroz li gelê Kurd pîroz dike

Gulan Media March 20, 2015 Nûçe
PDK newroz li gelê Kurd pîroz dike

PDKê cejna netewiya Newrozê li gelê Kurd pîroz dike.

Bi minasebeta hatina cejna netewiya Newrozê mekteb siyasiya partiya demorkata Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî gelê Kurd kir.

Mekteb siyasiya PDKê di destpêka peyama xwe de cejna netewiya Nerozê li malbetên şehîdan û pêşmergeyên qehreman û tevahiya gelê Kurd li her çar parçeyên pîroz kiriye.

Mekteb siyasiya PDKê di beşeke din ya peyama han de eşkere kiriye ku Newroz weke cejneke kevnar di nava çanda gelê Krud de serî hildaye û ji rihê berxwedana gelê Kurd derketiye û nîşaneya hez kirin ji jiyan, rabûn û rûnakiye.

PDK di berdewamiya peyama xwe de hêvî xwestiye ku cejna netewî ya Newrozê bibe sedema xêr û xweşî û serkeftina hêzên pêşmerge li hember terorîstan û serkeftina yek carî ya gelê Kurd û bidest xistina tevahiya maf û daxwazên gelê Kurd.
Top