• Tuesday, 17 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî daxwaza alîkariyê ji Japonê dike

Gulan Media March 16, 2015 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî daxwaza alîkariyê ji Japonê dike
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja yekşemiyê 15ê adara 2015ê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Kêntaro Sonura cîgirê wezîrê dewrve yê Japonê kir.

Cîgirê wezîrê derve yê Japonê sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku, dema rêxistina terorîstiya DAÎŞê rehîneyê japonî serbirî, ew kiryara hovaneya rêxistina terorîstiya DAÎŞê ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve bi dijwarî hatibû şermezarkirin û cîgirê wezîrê derve yê Japonê ev helwesta hikûmeta Kurdistanê bilind nirxand û sipasiyên serokwezîr, hikûmet û xelkê Japonê bo helwesta herêma Kurdistanê dupat kir û piştgiriya Japonê bo herêma Kurdistanê tekîd kir.

Cîgirê wezîrê derve yê Japonê tekîd kir ku welatê wî dê li ser pêşkeşkirina alîkariyên însanî bo koçber û penaberên li herêma Kurdistanê hene berdewam be, bi taybetî alîkariyên di warê saxlemî, perwerde û xizmetên giştî de. Wî got ku welatê wî hijmareke pirojeyên xizmetgozarî di warên cuda de li deverên cudayên herêma Kurdistanê encam dide.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana cîgirê wezîrê derve yê Japonê bo herêma Kurdistanê kir û ev serdan di vê rewşê de weke piştgiriyek ji bo herêma Kurdistanê wesif kir.

Barzanî got ku, kuştina rehîneyê japonî ji aliyê terorîstên DAÎŞ ve bi awayekî hovane terajîdiyayek bû û hemû alî şok kirin û careke din sersaxî yên xwe, hikûmet û xelkê Kurdistanê pêşkeşî hikûmet û gelê Japonê kirin.
Serokwezîr ji şandeya Japonê re behsa rewşa herêma Kurdeistanê û cenga dijî rêxistina terorîstiya DAÎŞ kir û got ku pêşmergeyê Kurdistanê li hemû bereyên şer dipêşveçûnên berdewam de ne û serkeftinan bidest dixin û terorîst di şikestin û paşdekişana berdewam dene.

Barzanî got ku herêma Kurdistanê pêşwazî li zêdetir ji milyonek û pêncsed hezar koçber û penaberan kiriye û vê yekê jî barê herêma Kurdistanê gelek giran kiriye, bi taybetî ku hikûmeta Îraqê weke pêwîst xwedî li kçber û penaberên li herêma Kurdistanê hene derneketiye û weke pêwîst alîkariyê jî pê re nake.

Serokwezîrê Kurdisatnê daxwaz ji Japon kir ku, li ser pêşkeşkirina alîkariyên însanî bo herêma Kurdistanê berdewam be û çavê herêma Kurdistanê li wê yekê ye ku Japon di warê pûçkirina mînan de alîkariyê bike û amûrên pêwîst yên rakirin û pûçkirina mînan bi herêma Kurdistanê bide.


Top