Li Serêkaniyê rewş aloz e
Serokê şaxê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Serêkaniyê, Hemîd Xelîl ji Rûdawê re ragihand ku şeva borî derdora saet 22.00ê li gor dema Rojavayê Kurdistanê, şervanên YPGê êrîşî çekdarên DAIŞê li ser girê Til Xenzîrê kirin û di encam de şerekî giran qewimî.
Bi gotina Xelîl, YPGê nikariye wî girî car din vegerîne bin kontrola xwe û ber bi gundê Xirbet Benat ve ku nêzîkî 20 kîlometran li rojavayê Serêkaniyê dikeve, vegeriyan.
Xelîl diyar kir ku ji duh bi şev de ti şerek li eniya rojavayê Serêkaniyê çênebûye, lê rewş hîn aloz e.
Li gor zaniyariyên Xelîl dayîn, girê Til Xeznîr û gundê Til Xenzîr di destê çekdarên DAIŞê de ne û gundê Xirbet Benat jî di bin kontrola şervanên YPGê de ye.
Serokê şaxê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Serêkaniyê herwiha got, îro cenazeyên 2 şervanên YPGê ku di şerê gundê Til Xenzîrê de şehîd bibûn, li bajarê Serêkaniyê bi axê hatin spartin.
Rudaw
