• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Bakurê Kurdistanê HDP û AK Partî giraniyê didin namzetên serkeftî

Gulan Media February 15, 2015 Nûçe
Li Bakurê Kurdistanê HDP û AK Partî giraniyê didin namzetên serkeftî
Ji bo hilbijartinên 7ê Hezîranê bi hezaran berendam ji bo bibin parlamenterên Parlamentoya Trikiyeyê serî li partiyên xwe didin. Li gorî pisporan li Bakurê Kurdistanê dê hilbijartin di navbera HDP û AK Partiyê de derbas bibe. Hebûna Huda-Parê jî ger HDP ji bendê derbas bike dê zirarê bide AK Partiyê.

Ji bo serkeftineke baş hem AK Partî û hem jî HDP dê giraniya herî zêde bidin ser namzetên serkeftî. Hem HDP û hem jî AK Partî naxwazin kesên bi dilê xelkê nebin hilbijêrin. Ji ber vê yekê herdu partî jî dê ji dildar û alîgirên xwe bipirsin ka dixwazin kê bibe parlamenter.

HDP dê hewl bide vê carê bi hemû tebeqeyên civakê re kesên lihevkirî weke namzet nîşan bide. AK Partî jî îcar kesên nêzî kurdewariyê dê weke namzet derxe pêş.

Ji ber ku HDP dixwaze ji benda sedî 10 derbas bike û AK Partî jî hewl dide HDP di binê bendê de bimîne, hebûna Huda-Parê roleke girîng dilîze.
Natural Vois

Li Bakurê Kurdistanê 23 bajar hene û HDP li 8 bajaran desthilat e. Li piraniya bajarên din AK Partî li pêş e. Li Îdirê giraniya MHPê û li Dêrsimê jî giraniya CHP'ê heye. Lê dengên van herdu bajaran jî ji cihên din kêmtir in.

Rudaw
Top