Serokwezîr Barzanî diçe Bexdayê
Biryare îro Yekşemê 15.02.2015`an Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê bike û ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bicive.
Çavkaniyekê ji ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji BasNewsê re ragihand ku, îro Yekşem 15.02.2015`an Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê biçin Bexdayê û ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û şandeke Hikûmeta Iraqê bicivin.
Derbarê pêkhateya wê şandê de û demijmêra birêketin ber bi Bexdayê ve wê çavkaniyê got: “Hîn ne diyare ku şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya Bexda kîne, derbarê demijmêra çûnê jî bo Bexdayê diyar nekir.”
JI aliyek din ve, parlamneterekî Kurd li Bexdayê amaj bi wê yekê kir ku, serdana Serokwezî Nêçîrvan Barzanî ji bo çareserkirina arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê ye, bi taybet li ser pirsa şandina petrolê û butçe û mûçeya femanbarane.
Li gor zanyariyê BasNewsê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û şanda ligel wê ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Wezîrê Petrola Iraqê Adil Ebdulmihdî bicivin, ew serdana Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê div ê sale de debe duyemîn serdan bo Bexdayê, ew jî ji bo çareserkirina arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê ye.
Basnews
