• Tuesday, 17 February 2026
logo

‌Serok Barzanî li gel wezîrê parastinê yê Franseyê civiyan

Gulan Media February 10, 2015 Nûçe
‌Serok Barzanî li gel wezîrê parastinê yê Franseyê civiyan

Serokê Kurdistanê gehêşte Franse û li gel wezîrê parastinê yê Franseyê civiya.

Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî piştî serdana xwe bo Munichê bo beşdarî kirin di konferansa asayîşa cîhanî de, dohê êwarê çû Fransa û ji aliyê wezîrê parastinê yê vê welatî Jean Yves Le Drian ve hate pêşwazî kirin.

Piştî merasima pêşwaziyê di civînekî de Serok Barzanî û Le Drain behsa peywendiyên navbera Kurdistan û Franse, şerê dijî terorîstên DIŞIê û serkeftinên hêzên pêşmerge kir.

Her di civîna han de her du alî behsa hevkarî û hemahengiya navbera Kurdistan û Franse û hevkarî kirina hêzên pêşmerge kirin.
Top