Li Misrê tren li otomobîlan ket: Herî kêm 24 kes mirin
Li gorî ajansên nûçeyan, li gundekî nêzîkî paytexta Misrê Qahîreyê, trenek kargo li 3 otomobîlan ket.
Hat gotin di bûyerê de herî kêm 24 kes mirine û 28 kes jî birîndar bûne.
Rayedarên Misrê ragihandine, derbarê sedema bûyerê de lêkolînan dikin.
Di destpêka îslal de jî li nêzîkî Qahîreyê, trenek rêwiyan ji rê derket û tê de 19 kesên ku diçûn serbaziyê, mirin, her wiha par meha Mijdarê jî trenek li otobûsekê ket û di encamê de 50 zarok mirin.
Rudaw
