• Thursday, 12 February 2026
logo

Kongressa Amerîkayê spasiya Mesrûr Barzanî dike ji bo rola wî ya di rêkeftina HSD û Şamê de

Gulan Media February 12, 2026 Nûçe
Kongressa Amerîkayê spasiya Mesrûr Barzanî dike ji bo rola wî ya di rêkeftina HSD û Şamê de

Komîsyona Karên Derve ya Encûmena Nûneran a Amerîkayê li ser rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê rûniştineke taybet pêk anî. Di rûniştinê de hişyariyên tund dan serokê nû yê Sûriyê Ehmed Şera û pesnê rola navbeynkariyê ya Serok Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî hat kirin.

Kongressa Amerîkayê roja 10ê Sibatê civîneke taybet li ser pêşhatên dawî yên li Sûriyê û parastina herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de lidar xist. 

Serokê Komîsyona Peywendiyên Derve yê Encûmena Nûneran Brian Mast, nerazîbûna Washingtonê li hemberî helwesta Ehmed Şera anî ziman û ji Kurdistan24ê re got: “Tiştê li hemberî hevalbendên me yên Kurd hat kirin nayê qebûlkirin. Şera di hevdîtina bi Serok Trump re hinek hêvî da, lê rastî ew e ku Sûriye niha ne di wê rewşê de ye ku diviyabû tê de ba.”

Mast her wiha bal kişand ser koka Ehmed Şera a di nav “El-Qaîde” de û hebûna çekdarên biyanî yên bi piştgiriya Tirkiyê di nava hêzên wî de, wekî astengiyên mezin li pêşiya polîtîkaya Amerîkayê bi nav kirin.

Di rûniştinê de hat gotin ku êrîşên li ser HSDê ziyanê digihîne şerê li dijî terorê. Ji ber van êrîşan, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) neçar maye ku 7 hezar çekdarên DAIŞê ji girtîgehên Sûriyê bo Iraqê veguhestîne.

Endamê Kongressê Gregory Meeks jî tekez kir ku “Kurd bi tenê nayên hiştin” û hêzên Amerîkayê dê li Sûriyeyê bimînin, da ku çavdêriya rewşê bikin.

Herwiha Kongressmann Joe Wilson spasiyeke taybet arasteyî Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir ji bo navbeynkariya wan a di rêkeftina 30ê Kanûna Paşîn a 2026an de ku di navbera Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî de pêk hatibû.

Wilson got: “Ez spasiya Mesrûr Barzanî dikim ji bo vê hewla dîrokî. Herêma Kurdistanê niha li herêmê sembola geşepêdan û vejînê ye.”

Serokê Komîsyonê Michael McCaul hişyarî da ku eger mercên rêkeftinê neyên cih, Sûriye dê dîsa bikeve bin "Sizayên Sezar".

Li aliyê din, Seroka Sekreteriya Azadiya Olî Nadine Maenza zanyariyên metirsîdar aşkere kirin ku hinek fermandarên leşkerî yên niha yên Sûriyê (mîna fermandarê fîrqeya 86an) di lîsteya sizayên Amerîkayê de ne ji ber ku bazirganî bi keç û jinên Êzidi kirine. Maenza bang kir ku divê Ehmed Şera van kesan ji artêşê derxîne.

Di dawiya rûniştinê de endamên Kongreyê tekez kirin ku divê mafên hemû pêkhateyan (Kurd, Diruzî, Elewî û Mesîhî) were parastin û Washington bi tu awayî rê nade rijandina xwîneke nû.

 

K24

Top