Tirkiye rêkeftina HSD û Şamê çawa dinirxîne?
Hikûmeta Tirkiyeyê heta niha li hemberî rêkeftina di navbera Şam û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de helwesteke erênî nîşan daye.
Piraniya aliyên siyasî yên Tirkiyeyê jî behsa girîngiya rêkeftinê û rola Tirkiyeyê dikin.
Dîrektorê Akademiya Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn (ORSAM) Veysel Kurt ji Rûdawê re eşkere kir ku di pêcajoya îmzekirina rêkeftinê de roleke cidî ya hikûmet û Dezgeha Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) hebû.
Piştî rêkeftina HSD û Şamê, hem Erdogan û hikûmeta Tirkiyeyê, hem jî derdorên nêzîkî hikûmetê rêkeftinê ji bo berjewendiyên Tirkiyeyê erênî dibînin.
Di şîroveyan de behsa wê yekê tê kirin ku Tirkiyeyê bi vê rêkeftinê beşeke zêde ya berjewendiyên xwe yên li Sûriyeyê parastiye.
"Îstixbaratê gelekî hewl da"
Dîrektorê ORSAMê Veysel Kurt got:
"Em dizanin ji bo ku rêkeftin bê îmzekirin, hemû saziyên pêwendîdar ên Tirkiyeyê, di serî de jî Wezareta Karên Derve û Dezgeha Îstixbaratê, gelekî hewl dan.
Tiştê ku xuya dike ew e ku rêkeftinên bi vî rengî dibe ku di berjewendiya aliyekî de û di zerera aliyekî din de bin.
Lê bi taybetî piştî şoreşê, xala herî girîng li wir mijara ewlehî û asayîşê ye."
"Aştiya li Sûriyeyê dê bandorê li herêmê bike"
Li Enqereyê derdorên akademîk û navendên lêkolînan jî bi armanca gotûbêjkirina encamên rêkeftinê û paşeroja Sûriyeyê panelan li dar dixin.
Yek ji wan panelan ji aliyê ORSAMê ve li Enqereyê hat lidarxistin û Seroka Konseya Kar a Tirkiye û Sûriyeyê Esma Saeb Afandî jî beşdarî panelê bû û behsa hewla jinûveavakirina Sûriyeyê kir û got:
"Pêvajoya entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta Şamê gelekî bi erênî hat pêşwazîkirin.
Înşelah dê pêvajoya entegrasyonê bi serkeftî bigihêje encamê û yekîtiya siyasî ya Sûriyeyê jî dê parastî bimîne çimkî aştiya li Sûriyeyê dê bandorê li aştiya herêmê jî bike. Em bi hêvî ne. Înşelah dê baştir be."
Di panela ORSAMê de di heman demê de bangî karsaz û bazirganên Tirkiyeyê hat kirin ku piştî rêkeftina HSD û Şamê rewş guncav e û ew dikarin di bipêşxistina aboriya Sûriyeyê de rola xwe bilîzin.
Rudaw
