Li Hesekê piştî rêkeftina HSD û Şamê rêyên sereke tên vekirin
Hêzên Asayîşê li Rojavayê Kurdistanê dest bi vekirina rêyên sereke yên bajarê Hesekê kirin. Ev pêngav piştî rêkeftina dawî ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyê de hat avêtin.
Li gorî peyamnêrê Kurdistan24ê li bajarê Hesekê, piştî vekişîna hêzên leşkerî ji xetên temasê, tîmên Asayîşê dest bi rakirina rêbendên axê (seterên axê) kirine.
Diyar kir, xebatên rakirina rêbendan bi taybetî li beşa başûrê Hesekê didomin û karên rakirina astengên li ser rêya Hesekê û Şedadê bidawî bûne.
Tê çaverêkirin ku piştî paqijkirina rêyan, di demeke pir nêz de rê li pêşiya çûnûhatina welatiyên sivîl werin vekirin û jiyana rojane li bajêr vegere ser rewşa xwe ya asayî.
Ev pêngava Asayîşê di çarçoveya cîbicîkirina rêkeftina navbera HSD û hikûmeta Sûriyê de tê. Li gorî peymanê, her du aliyan hêzên xwe ji hinek xalên nakok vekişandine ber bi wan cîhên ku berê hatibûn diyarkirin.
K24
