Balyozê Kuweytê peyamekî Mîrê Kuweytê gehande Serok Barzanî
Serok Mesûd Barzanî îro 12ê Sibatê pêşwazî li Balyozê Kuweytê yê li Iraqê Hesen Mihemed Zeman kir. Di hevdîtinê de peywendiyên dîrokî, êşa hevbeş a her du gelan a di serdema rêjîma berê de û rewşa siyasî ya navçeyê hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de ku Konsulê Kuweytê yê li Hewlêrê Osman Dawid jî amade bû. Balyozê Kuweytê silav û rêzên Mîrê Kuweytê Şêx Meşel El-Ehmed El-Cabir El-Sebah gihandin Serok Barzanî û tekezî li ser peywendiyên biratî yên di navbera gelê Kuweytê û gelê Kurdistanê de kir û pesnê xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê ya ji bo gihîştina bi azadiyê da.
Serok Mesûd Barzanî jî silavên xwe yên taybet ji bo Mîrê Kuweytê û gelê Kuweytê şandin û bal kişand ser "êş û azara hevbeş" a her du gelan a di serdema rêjîma berê ya Iraqê de û tekezî li ser kûrkirina peywendiyên her du aliyan kir.
Di beşeke din a hevdîtinê de, behsa rewşa giştî ya navçeyê û wan astengî û gefên ku li ser aramiya herêmê hene hate kirin. Her wiha ronahî hate xistin ser pêşhatên dawî yên proseya siyasî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê.
Basnews
