Serok Barzanî: Em amadene bi her awayî piştgîriya prosesa aştî bikin
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Diyarbekirê de îro Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî beşdariya bernameyeke taybetî ya kanala trt6 kir û behsa naveroka serdana xwe bo Diyarbekir û çendîn mijarên din kir.
Serok Barzanî di destpêka bernameyê de diyar kir ku, ew yekemîn care serdana cîh û deverên dîrokî yên Diyarbekirê dike.
Serok Barzanî got: Em weke Kurdistan li hember prosesa aştî û qonaxa çareserî gelek kêfxweşin û amadene bi her awayî hevkarî û piştgîriya prosesa aştî û qonaxa çareserî bikin.
Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku, me tu car nexwestiye destwerdaniya karûbarên navxweyî yên Tirkiyeyê bikin û niha jiber rewşa heyî em amadene hevkariya her du aliyan bikin.
Serok Barzanî got: Tirkiye zêdetir ji 100 salan bû ku, dixwest hebûna Kurd înkar bike bo vê yekê bi her awayî û bi rêbazên curbicur hewl da lê nikarî ti encamekî bidest bixe, lêbelê îro di bin siya prosesa aştî û qonaxa çareserî de gelek pêngavên baş hatine awêtin û em jî bi her awayî amadene piştgîriya vê proses û qonaxa han bikin.
Derbarê naveroka civîna xwe ya bi Serokwezîrê Tirkiyeyê re jî Serok Barzanî got: Di civînê de me bi awayekî berfire behsa qonaxa çareserî û porsesa aştî kir û herwiha behsa çawetiya bihêztir kirina peywendiyên navbera her du aliyan kir.
Derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de jî Serok Barzanî eşkere kir ku, em piştgîriya mafên reva yên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê dikin. Me gelek hewl da daku, Kurd li Rojavayê Kurdistanê de yek deng û yekhelwest bin û bo vê yekê jî aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê peymanek îmze kirin lê mixabin heta niha ew peymana han nehatiye cîhbicîhkirin.
Derbarê ragehandina birêveberatiya demokî yaku, ji aliyê PYDê ve hatiye ragehandin Serok Barzanî got: Ew pêngaveke demkiye jiber ku, rewşa cîhanî û ya deverê bawer nakim bi asanî ew pêngava han qebûl bike jiber ku, rêbazên ragehandina vê pêngava han şaşin û eger bi vê rengî bimîne vê zererê bide gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê de û em bo ku, ti zererek negehêje gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê de li ser astê cîhanî û herêmî hewldanên xwe berfiretir dikin.
