• Thursday, 12 February 2026
logo

Leyla Zana: Serdana Barzanî ji bo pêvajoya aşitî erênî ye

Gulan Media November 14, 2013 Nûçe
Leyla Zana: Serdana Barzanî ji bo pêvajoya aşitî erênî ye
Perlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana diyar kir ku serdana çaverêkirî ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Amedê wê ji bo pêvajoya aşitî û çareserî roleke erênî bilîze.

Leyla Zana di Parlamentoya Tirkiyê de axifî û bi xêr hatina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo bajarê Amedê kir û got “Pêwîste ti kesek vê serdanê ji bo hesabên xwe yên hilbijartinê bi kar neyne û bi wî çavî jî lê nenêre”.

Zana destnîşan kir ku divê ti kes serdana Barzanî ji bo hesabên biçûk bikar neyne û pêwîste Kurd bi hev re li şûna rikberiyê û hevdu perçekirin û ne naskirinê de, hev temam bikin û hevdu mezin bikin.

Leyle Zana herwiha got “Dibe ku her kes ramanên wan ne wek hevbin, lê ev serdan wê ji bo herkesî xêr be û bi taybet jî ji bo pêvajoyê gavekî li pêş be û wê herkes ji vê serdana Barzanî jî sûdê werbigre”.

Zana diyar kir ku êdî divê li polîtîkayê sûrgun û penaberiyê jî dawî bê, ji ber wê jî hatina hozan Şivan Perwer û lidarxistina şahiyekê bi hozan Îbrahîm Tatilîses re jî wê ji bo hunera kurdî gavekî baş be.

Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan jî piştî hevdîtina bi Serokê Ezerbîcanê Îlham Eliyêf re ji çapemeniyê re derbarê serdana Mesûd Barzanî ji Amedê re got “Di heftiya borî de me bi Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêkanî û roja şemiyê emê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Brzanî re bicivin”.

Erdogan anî ziman ku “Hatina Barzanî wê ji pêvajoyê fayda xwe gelek be û emê bi hevre li bajarokên Bismil û Ergenî de û tevlî gelek wezîr û perlamenter, hin pirojeyan bi hevre vekin û her bi hevre emê bi gelek beşên xelkên Amedê re hevdîtinan pêk bînin û dîsa bi amedebûna Şivan Perwer û Îbrahîm Talîses ve şahiya 300 bûk û zavayî pêkbînin”.

Li gor çavkaniyên ofîsa serokê herêma Kurdistanê, wê Mesûd Barzanî piştî hevdîtina bi serokwezîrê Tirkiyê Erdogan re, biçe serdana Şaredariya Mezin a Amedê û bi serokê wê Osman Baydemîr re hevdîtinan pêk bîne.

Rudaw
Top