• Thursday, 12 February 2026
logo

Kurdek bû wezîrê Malî û Aboriyê di Hikûmeta Demkî de

Gulan Media November 12, 2013 Nûçe
Kurdek bû wezîrê Malî û Aboriyê di Hikûmeta Demkî de
Di hikûmeta Demkî ya Sûriyê de ya di bin serokwezîriya Ehmed Al Tuma de, Îbrahîm Mîro (Kurd e) bû wezîrê Malî û Aboriyê

Kurdek bû wezîrê Malî û Aboriyê di Hikûmeta Demkî de

Piştî civîn û gotûbêjeke 3 rojî hikûmet li Istanbolê hate avakirin û Encumena Niştimanî ya Kurd jî bi fermî beşdarî Itîlafê bû.

Îbrahîm Mîro ji Heseke ye, di sala 1978 de ji dayîk bû ye, aborînas e, li Hollanda dijî.

Wî xwendina xwe ya aboriyê li Amsterdam qedandiye û 6 salan di banka navendî ya Amsterdam de weke rawêjkar kar kiriye.

Ew kurdî, hollandî, inglîzî û erebî dizane.

Her wiha ew endamê kutleya kurdî ye di Meclîsa Netewî ya Sûriyê de.

Avestakurd
Top