• Wednesday, 11 February 2026
logo

Kakşar Oremar daxwaz ji Kurdan dike şerê axavtin û antîpropagandayên dijî hev rawestînin

Gulan Media September 3, 2013 Nûçe
Kakşar Oremar daxwaz ji Kurdan dike şerê axavtin û antîpropagandayên dijî hev rawestînin
Nivîskar û rewşenbîrê Kurdistanê yê akincîyê Ewropayê Kakşar Oremar di nivîseke xwe ya herî nû de basa dema niha ya Kurdistanê û Rojhilata Navîn, hêz û giranîya Kurdan di hevkêşeyên nawçeyê de û herwisa derfetên îro yên di ber destên Kurdan de bo gihîjtin bi mafên rewa yên xwe dike û daxwaz ji hemû Kurdan dike ku şerê axavtin û propagandayên dijî hev rawestîşnin û li gor serdem û gorankarîyên nawçeyê rûpelek nû di nava xwe de vekin.


PNA bi keyfxweşî nivîsa evî rewşenbîr û nivîskarê Kurdistanî weke xwe diweşîne û bo şandina evê babetê jî spasîya wî dike:

LI KURDISTANÊ DEMA NÛ

Şerîyet(şeriat)a dozekê xebata gel îspat dike. Kesayetî, rêbaz, doz an jî rêxistinek siyasî an jî olî şerîyeta xwe ji nêrîna gel û civakê distînin.

Dîroka me Kurdan a çend hezar salî tim ji hêla dewletên dagirker û berjewendîparêz ve hatiye înkar kirin. Tevkûjî yek li pey ya din çêbûne, lê Kurda otorîterî ji çi emperator û dewletekê qebûl nekirine. Wan dewletên kedxwar tenê xwe serdest û xwedî otorîte dane pêş û weke ku bi rêya “resûlên Xwedê” ayetên îlahî bi ser wan de barîbin, xwe “Xwedayê qedera” netewên weke Kurd dane diyarkirin. Lê rewşa îro ya Rojhilata Navîn hemû xewin û îdayên wan yên pûç, vala derxistine. Hakimên qaşo xwedî hêz û leşker hema zû weke “çiyayên xiwê ên li ber baranê” dihelin û wenda dibin. Dikevin zibildanka dîrokê û kes nizane çi bi wê hemû seltenet û malê wan yê dinê hat!!. Lê gelên bindest bi keda xwe ya dîrokî dijîn û ji xeynî wê jî dibine faktorên serke yên gûherandinên herêmê. Kurd îro xwedî rolekî wiha ne.

Bêguman îro li Rojhliata Navîn bi rêya xebata siyasî-leşkerîya Kurda, Kurdistan bûye qada mezintirîn gûherandinên herêmê. Li bakurê Kurdistanê kar û xebata PKKê dawiya dawî bû sedem ku “komara yek netewe, yek ziman, yek al” a Kemalîst û înkargeran rêya mentiqê bigirin ber xwe û piştî bi dehan salan li hemberî îradeya gelê Kurd serê xwe bitewînin. Êdî di çavê wan da Kurd mîna berê li ser rêya “teror û terorîstan” naçin. Ger ew bi eşkerahî jî nebêjin, lê baş dizanin ku hêza PKKê ne tenê li “Kurdistana mezin” belkî li hemû herêmê hêzeke mezin û xwedî biryare ku qet nebe “nasname û qedera demokrasiyê” li Îran, Tirkiye, Îraq û Sûriyê ber bi nav-nîşan an jî kiyaneke din ve biriye. Mal û kiyana ku mirovên civakê yê têde xwe insanên bextewer his bikin. Berevajî rewşa jinan li hemû welatên Erebî rewşa jinê li Kurdistanê reng û rûyê jiyanê gûherandiye. Nasnama civaka me sal bi sal zêdetir ji berê sifetên weke “ demokrasî, wekhevî, şexsiyet, aşitî û hwd” li kêleka navê Kurdistanê zêdetir dike. Di nava rêxistinên Ereban(îslamî û sekular) de jin û keç xwedî rolekî berçav nînin, lê jin û keçên Kurda hem sehrvanên çeleng û hem jî siyasetmedarên jîr û zîrekin. Li hejmara jinan di parlmana Tirkiye, Îran, Îraq, Erebistana Siûdî, Efxanistan, Sûriye û hwd binêrin. Gelo ji sedê çend kes jinin? Li bakurê Kurdistanê ne tenê di parlimana Tirkiyê de belkî di hemû qadên din yên civakê de keç û jinên Kurd heta ji mêran jî çalaktirin. Li rojavayê Kurdistanê gerîlayên jin û mêr mil bi milê hev şerê terorîstên El–Qaîdê dikin. Gelo ger tenê em li ser vê xalê bisekinin, ev rastî îspat nabe ku Kurdistan bûye qelbê gûherandinên Rojhilata Navîn?

Li rojhilatê Kurdistanê bê heza xwe partiyên Kevin cihê xwe didin partiyên nû û çalaktir. Gel di civakê de aktîv û heza xwe ya ji gûherandinên bingehîn re carna di qadên huner û carna jî di qadên siyaset û heta di binê zindanên heft derî da jî didin xuyanî kirin.

Hewlêr wek paytexta başûrê Kurdistanê bûye “sembola asayiş û rihetiyê” li hemû Îraqê. Nasnama desthilatdariya başûrê Kurdistanê di çavê raya giştî ya cihanê da bi peyvên weke” aştî, rihetî, pêşkeftin, demokrasî û hêlîna jiyanê” tê wesf kirin. Kurda li wira îspat kiriye ku dikarin kar û barê welatê xwe birêve bibin.

Wiha ye ku em dibînin PKK, PDK, YNK, PYD, BDP û rêxistinên din yên Kurdistanê xwedî hêza herî bi bandorin ku îro li Rojhilata Navîn muhra xwe ya diyarkirina paşeroj û qedera Kurda li rûpelên dîrokê dixin. Bi vêra ez dixwazin ji we bipirsim: Gelo ma dem nehatiye ku em Kurd di nava xwe de “agirbesta şerê axaftin û antîpropagandeyan bisekinîn? Aya bi çêbûna “Kongireya Netewî” re dema vekirina rûpelekî nû yê dîroka me nehatiye?

Hîvîdarim ev derfetên zêrîn baştir bêne bikar anîn. Bila rojekê neviyên me Kurda bi ax û daxan li çokên xwe nexin û hêsirên germ nerijînin.
KAKŞAR OREMAR / 02. 09. 2013 DÜSSELDORF
Top