Serokê Herêma Kurdistanê serxweşiyê li malbata xwedê jê razî Hesen Kanebî kir
Malbata rêzdara xwedê jê razî Hesen Kanebî
Silavên xwedê li we bin
Bi mixabinî nûçeya koça dawiya parêzer û têkoşer û kesayetiyê diyarê bajarê Ranye xwedê jê razî Hesen Kanebî gihîşt min.
Xwedê jê razî li xula yekem da Endam Parlemenê Kurdistanê bûye û li sala 1963 jî mala wan li Hesanewe û kar û çalakiyên Barzaniyên Nemir bû, ji bo wê yekê ji destdana wî kesayetiyê têkoşer xesaretek bû ji bo hemû aliyek.
Ji bo vê xemgîniyê pirse û serxweşiyê li malbata we ya rêzdar dikim û ji xwedayê mezin jî hêvîdarim sebirê bi we bibexşê û giyanê xwedê jê razî bi bihûşta fireh şad bike û bi hêviya xwedê eve nexweşiya we ya dawî be.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
24/10/2012
