• Monday, 09 February 2026
logo

Serok Barzanî: Bingeha Felsefeya Me Parastine, Me Ti Car Êrîş Nekiriye

Gulan Media September 27, 2012 Nûçe
Serok Barzanî: Bingeha Felsefeya Me Parastine, Me Ti Car Êrîş Nekiriye
Govara navdar ya Franseyê Lessentiel hevpeyvînek berfire bi Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî re di derbarê çendîn babetên girîng de pêk aniye û Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di vê hevdîtina han de çendîn meseleyên girîng rave kiriye û balkêşandiye ser çendîn kêşe û meseleyên curbicur yên li Kurdistan, Îraq û Devera Rojhilata Navîn de.

Govara nav hatî ku, bi her sê zimanên Feransî, Îngilisî û Rûsî tê çapkirin bi sed hezaran tîrajan li seraserê Cîhanê de tê belavkirin û ji bo her du hijmara xwe yên dawî yên ku, biryare di Meha 9 û 10 ya sala.2012an de were belavkirin reportajeke gelek girîng bi Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî re pêk aniye.

Li ser bergê Govara nav hatî de di derbarê Serok Barzanî de wisa hatiye nivîsandin: Serokê Herêma Kurdistana demokratîk Mesûd Barzanî yê ku, tevahiya jiyana xwe bo pêşkeftina Gelê xwe feda kiriye.

Ev hevpeyvaîna han ji aliyê du Rojnamewanên navdar yên Franseyê ve hatiye pêkanîn û di destpêka vê hevpeyvîna han de nivîsandine, Serok Barzanî, pêşmerge, siaysetemdar û dîplomatekî xwedan helwestên eşkereye. Ev du Rojnamewanên han jî di berdewamiya pêşekiya hevpeyvînê de ev yek jî eşkere kirine ku, heta niha ti carî bi qasî vê demê derfet bo damezrandina dewleteke Kurdî nehatiye bidestxistin û gotine: her çend ev derfeta han jî heye lê Serok Barzanî dibêje, ev yek mafexwe xwezayî ya Gelê Kurde lêbelê dibe ev yek bi rêya diyalogê were pêkanîn.

Di bersifa pirsekî di derbarê binpê kirina mafên Gelê Kurd li Îraqê de Serok Barzanî gotiye: Binpê kirina mafên Gelê Kurd û dest bi ser dagirtina malên Gelê Kurd wedigere bo demên dirêj lê piştî şerê Cîhanî ya yekem rewşa hinek hate guhertin û binpê kirina mafên Gelê Kurd û sepandina komkujî û terajidiyan li ser Gelê Kurd rêbazeke sîstematîk bi xweve girit, asta wan stemkariyan roj biroj bilindtir bû daku, di dema Sedam Husên de gehêşte asta xwe ya herî bilind û hovane, Sedam di dema destpê kirina operasiyonên Enfalê de zêdetir ji 182 hezar mirovên Kurd wenda kir û heta niha jî ji wan ti agehî nehatiye bidestxistin, bi tenê di kîmiyabaran kirina Helebceyê de 5 hezar mirovên me hatin Şehîdkirin, di kîmiyabaran kirina Deverên din yên Kurdistanê de jî zêdetir ji 4 hezar mirovên Kurd hatin Şehîdkirin, nêzî 50 hezar Pêşmergeyên Kurd Şehîd bûn û nêzî 200 hezar kesên din jî birîndar bûn.

Di bersifa pirsekî ya di derbarê peymana navbera partiya demokrata Kurdistanê û yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê de Serok Barzanî dibêje: Baweriyeke me ya gelek bihêz bi bihevre jiyanê, hevkarî û hemahengiya hevpar ya aliyên Kurdî heye, mêxabin di navbera wan her du partiyan de şereke navxweyî hebû lê ev di demên derbasbûyî de bû û niha em berbi pêşve diçin, bo parastina Kurdistanê û Gelê Kurd hevpeymaniya PDK û YNK xaleke sereke û girînge, yek ji taybetmendiyên ev peymana han jibilî nasandina her yek ji wan du partiyan, hemahengî û hevkariya heyî ya di navbera her du aliyan deye, her du alî karîne bi awayekî yekhelwest ku, helwesta xelkê Kurdistanê ye tevbigerin, encamên vê yekê jî bo her kesekî eşkerene, niha li Kurdistanê de di her warî de pêşkeftinên gelek mezin hatine bidestxistin.

Di derbarê pêşekftinên heyî yên li Kurdistanê de jî Serok Barzanî behsa vê yekê kiriye ku, piştî sala 2005an gelek pêşkeftinên curbicur li Kurdistanê de hatine bidestxistin lêbelê di warê desthilatdarî de hîn kemaniyên me hene û ezmûna me ya di vê warî de hinek kême, em niha di pêvajoya zal kirina dezgehên xwe yên destûrî û cuda kirina her sê desthilatan dene, armanceke din ya me dabîn kirina maf û azadiyên takekesan li Kurdistanê deye û em bi vê yekê jî serbilindin ku, li Kurdistanê de ti girtiyeke me bi navê girtiyên siyasî tunene.

Em gelek hewl didin daku, sazî û dezgehên medenî li Kurdistanê de ektîf û çalak bin û rola xwe bilîzin û niha li Kurdistanê de nêzî 1300 dezgeh û saziyên curbicur yên medenî hene û ev hijmara han jî bo welateke biçûk weke Kurdistanê gelek tişteke baş û girînge.

Di bersifa pirsekî a di derbarê hilbijartina Serokê Herêmê ji aliyê Parlementoyê anjî bi awayekî rasterast ji aliyê xelkê ve Serok Barzanî got; di navbera her du hilbijarinan de ev tiştên ku, girêdayî bi desthilatên qanûnî yên Serokê Herêmê ve be ti cudatiyek tuneye, dema ku, daxwaz ji min hate kirin daku, careke din xwe berbijar bikim, vê demê min ji Parlementoyê re got: eger hilbijartin rasterast ji aliyê xelk ve be ezê amademe xwe hilbijêrim lê eger hilbijartina Serok ji aliyê Parlementoyê ve be vê demê dibe yeke din berbijar bikin. Armanca min ji vê yekê ev bû daku, bizanim di nava Gelê xwe de xelk çiqasî piştgîriya min dike nek endamên parlementoyê çiqas piştgîriya min dikin. Min dixwest bizanim ka gelo çend ji sedî ji Gelê min piştgîriya min dike û çend ji sedî jî piştgîriya min nake, mimkune dengdana parlementeran jiber çend sedeman be lewre min xwest ez şerieyeta Serokatiya xwe bi awayekî rasterast ji aliyê Gelê xwe ve bistînim.

Di derbarê meseleya ciwanan û nibişên nû yên Gelê Kurd de jî Serok Barzanî dibêje: civaka me civakeke ciwane û ji sedî 59 xelkê Kurdistanê temena wan di jêr 25 salan deye, erkê meye ku jiyaneke baştir û derfetên baştir di her warî de bo paşeroja Gelê xwe amadebikin, ciwanên me sermayeya dahatû ya Gelê Kurde, niha li Kurdistanê de nêzî 17 Zanîngehên me hene û xwendin di nava Zanîngehên dewletî de bêyî pereye, bernameyeke me ya bi navê tiwanasazî heye û heta niha nêzî 5 hezar Xwendekar ji vê bernameya han fêde girtine û dikarin ji Derveya welat xwendina xwe bidomînin, projeyeke din ya me a bi navê projeya qerizên biçûk heye û em hevkariya wan kesan dikin ku, dixwazin bo xwe projeyên xwe yên curbicur cîhbicîh bikin. Em hewl bo vê yekê didin daku, piraniya ciwanên me di kertê taybet de kar bikin û di warê qanûnî de jî me ev yek gerentî kiriye ku, di warê mûçe û teqaodê de ti kêşeyeke wan tune be.

Di bersifa pirsekî a di derbarê meseleya petrol û kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de Serok Barzanî dibêje, me ti pêngavek ji derveya destûra bingehîn ya Îraqê neavêtiye, yek ji xalên sereke yên destûra bingehîn a Îraqê eve ku, dibêje: petrola Îraqê milikê tevahiya welatiyên Îraqêye, em bi her awayî piştgîriya vê xala han dikin, di Meha Şibata sala 2007an de di derbarê proje qanûnekî di derbarê meseleya petrol û gazê de me li hev kir, hevdem proje qanûnek jî di vê warî de hate amadekirin û li gorî ev proje qanûna han eger heta Meha Adarê ya sala 2007an Parlementoya Îraqê ev proje qanûn pesend neke vê demê her kes dikarê di warê hêlbirînê de peymanan îmze bike, niha hinek kes dibêjin qaşo me karên nedestûrî kirine, eger me karek bi vê rengî kiriba vê demê çendîn kompaniyên mezin yên cîhanî nedihatin û li Kurdistanê de kar nedekirin, serkeftina siyaseta petrolê ya Hikûmeta Kurdistanê serkeftineke diyar û berçave û Berpirsên petrolê yên Bexdayê nikarîn erkên xwe cîhbicîh bikin, tenê dikarin tiştek bikin û ev jî dijminatî kirina Kurdistanê ye, tişta baş bo wan eve ku, hewl bo zêde kirina elektirîkê li Îraqê de bidin.

Di derbarê kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Serok Barzanî diyar kir ku, yek ji wan kêşeyên mezin ku, dibe were çareserkirin kêşeya madeya 140 ya destûra bingehîn a Îraqê ye, dema ku, em bi vê madeya han razî bûn, ti şik anjî gomaneke me li ser Kurdistanî bûna Kerkûk anjî Deverên din tune bû û tuneye, nihajî mirov dikare bi piştgîriya navnetewî ev madeya han cîhbicîh bike, baweriya me eve ku, dibe xelkê Kerkûkê û Deverên din yên weqetandî bo xwe bi rêya refrandomekî biryar li ser çarenûsa xwe bidin, madeya 140 bo xwe behsa refrandom û serjimêriyê dike, me ti car negotiye mafê me heye ku, em çareseriya xwe zal bikin lê mixabin heta niha Hikûmeta Îraqê di vê warî de ti pêngaveke erênî neavêtiye, dem derbas dikin û hewl didin daku, çareser kirina madeya han paşde bixin ev di demekî deye ku, çareser kirina vê madeya han li gorî berejwendiyên Îraqê ye.

Pirs- niha Kurd li Sûriyayê hewl dide pêgeh û nasnameyek bo xwe dabîn bike û beşek ji Kurdên Sûriyayê jî awareyê Kurdistanê bûne gelo modele Îraqê dikare bibe nimûneyek bo Sûriyayê? Gelo hun dixwazin ku, di pêşerojê de her du Herêmên Kurdî bibin yek?

Serok Barzanî- rewşa Kurdên Rojawayê Kurdistanê gelek cudaye jiber ku, Kurdên vê parçeyê ji seretayêtirîn mafên xwe jî hatine bêparhêştin û weke welatiyên vê welatî ti nizîkatî li hember wan nehatiye kirin, di salên 60an de bernameya terîb kirin ( bi ereb kirin) li wir jî destpê kir, rewşa her parçeyekî Kurdistanê gelek cudaye û her parçe xwedan taybetmendiyên xweye, lewre bo her parçeyekî çawetiya çareseriyan vê cuda be, dibe her beşek ji Kurdistanê rastiyên ev welatê ku, li gel vê dijîn baş bizane em nikarên modela Îraqê bo ti Deverekî bişînin, lê dibe çarçoweyek hebe ku, Kurd bibe xwedan mafên xwe, çawe Kurd karî li Îraqê de bibe xwedan mafên xwe niha em jî hewl didin daku, Kurd li Sûriyayê bibe xwedan yek gotar, lê em ti çareseriyek li ser wan feriz nakin, meseleya yek girtina her du Herêman jî niha di bernameye me de tuneye lê kî dizane li paşerojê de çi dibe? Mafê her neteweyekiye ku, yek bigire lêbelê ev jî bi tenê bi rêya diyalog û rêbazên aştiyane dibe.

Pirs- Gelo Hun Kurdên Sûriyayê Perwerde Dikin?

Serok Barzanî- nêzî 10 heta 15 hezar Penaberên ciwan yên Kurd ên Sûriyayê li Kurdistanê ne, raste hinek ji wan hatine perwerdekirin, lê ev perwerdeya han ne perwerdehiya êrîş kirinê bûye belku, perwerdehiya xweparastinê bûye, jiber ku, Deverên Kurdî li Sûriyayê di dema çê bûna boşatiya desthilatê de pêdeviya wan bi parastinê heye eger xwe neparêzin vê tiştên xirab biqewmin.

Pirs- Di roja 2d.8.2012an de Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê serdana we kir, gelo we çawe karî ku, hevsengiyek di navbera pêşdebirina peyvendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê û piştgîrî kirina xwe ji mafên Kurdên Sûriyayê çê bikin? Hewlesta we li hember PKKê çiye ku, li dijî Cîranên we şerê partîzanî dike?

Serok Barzanî- Me ti carî nexwestiye ku, peyvendiyên me yên bi Tirkiyeyê re baş nebin lê mixabin çend salek siyaseta Tirkiyeyê li hember me siyaseteke istifzazî bû, nêzî red kinê bû, em zimanê îstifzaz û gefan bi ti awayî ji ti kesekî qebûl nakin, elbet ev siyaseta Tirkiyeyê bû ne siyaseta me, lê Tirkiye di siyaseta xwe de guhertin pêk anî bi taybetî dema ku, Serokwezîrê Tirkiyeyê çû Diyarbekirê û ragihand ku, kêşeya Kurd heye û dibe were çareserkirin, li gorî min ev pêngaveke gelek baş bû, di Adara sala 2011an de Serokwezîrê Tirkiyeyê serdana Hewlêrê kir û ragihand ku, ev demên înkar kirina Kurdan ji aliyê Tirkiyeyê ve bi dawî hatine û Tirkiye nema hebûna Kurdan înkar bike, niha peyvendiyên abûrî û bazirganî yên gelek baş û bihêz di navbera her du aliyan de hene û mirov dikare wan peyvendiyên han hîn bihêztir bike.e

Em piştgîriya mafên Kurdan li Tirkiyeyê de dikin û wisa difikirin ku, niha li Tirkyeyê de rewşa hatiye guhertin dibe Kurd jî fêdeyeke baş ji vê guhertinê bigire, em wisa difikrin ku, steratejiya çekdarî ya PKKê nepêwîste, em piştgîriya vê jî nakin, niha derfeta vê yekê heye ku, Parlementerên Kurd li Tirkiyeyê pêgeha xwe bihêztir bikin, dikarin weke opozisyon di nava parlementoyê û li ser kolanan de rola xwe bilîzin, pêdevî bi tundî tîjî nake, me ji Serkirdeyên Kurd re gotiye ku, dibe bi rêyên aştiyane ev meseleya han çareser bikin.

Pirs- Helwesta we li ser domandina bernameya etomî ya Îranê Çiye?

Serok Barzanî- Îran welateke girîng ya Deverê ye, Sînureke hevbeş ya me bi hevre heye û peyvendiyên me yên bi hevre jî başin, lê ev yek ne bi vê wateyê ye ku, em her tiştekî ku, Îran dike bipejrênin, di derbarê meseleya etomî de em dixwazin netenê li Îranê belku, li ti welatekî bernameyeke bi vê rengî nebe, birastî em nizanên bernameyên wan çawnin û armanca wan ji wan çiye û çiqas dikarin kontrol bikin, piştî bûyera chrnubelê herkes dizane ku, şaştiyeke biçûk dibe sedema çê karesateke mezin li Deverê de, minkune bernameyeke bi vê rengî bibe sedema şer.

Pirs- We Serdana Koşka Spî kir Gelo hun û Serok Obama behsa çî kir?

Serok Barzanî- Mêjara sereke ya civînên min yên bi Obama û Cîgirê vî re rewşa Îraqê, kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê û peyvendiyên heyî yên di navbera Amerîka û Kurdistanê de bû, bo me gelek girîng bû ku, bizanin ka gelo îdareya Amerîkayê çawe li vê rewşê dimêzîne, dibe bizanin gelo ev piştgîriya me dikin anjî piştgîriya aliyekî diyar ya piştgîriya siyasiyeke din dikin.

Îdareya Amerîkayê tekez li ser vê yekê kir ku, ev piştgîriya prosesa siyasî ya Îraqê û cîhbicîh kirina destûra bingehîn ya Îraqê dikin, hevdem piştgîriya xwe ya li pêşkeftina Kurdsitanê jî dûbare kirin, me behsa rewşa xwe, meseleya Kerkûkê û herwiha nakokiyên heyî yên di navbera me û Malikî de kir û îdareya Amerîkayê jî tekez li ser çareser kirina kêşeyên heyî di çarçoweya destûr û cîhbicîh kirina madeya 140 kir. Obama daxwaza vê yekê kir ku, nabe nakokî bimînin û me jî diyar kir ku, jibilî mafên xwe yên destûrî me daxwaza ti tişteke din nekiriye. Hun jî dizanin ku, Obama Nunerê xwe bo çareser kirina aloziyan şande Îraqê lê em dixwazin ku, çareserî çareseriyeke Îraqî be.

Di derbarê meseleya Kerkûkê de jî ti kesek heta em jî nikarin çareseriyek li ser Kerkûkê feriz bikin, madeya 140 bi eşkere her tişt diyar kiriye lê eger ev madeya han neyê çareser kirin vê demê gelek tiştên din diqewmin û derî bo gelek bûyerên din tên vekirin.

Pirs- Peyvendiyên we li gel Serokê Franseyê çawenin?

Serok - weke dizanin Franso mitterande û hevjîna vî gelek hevkariya Kurdistanê kirin, biryara 688 ya sala 1991an bandoreke gelek baş li ser peyvendiyên navbera Franse û Kurdistanê de kir, peyvendiyên me yên raste rast bi Serok SHirack re nebûn lê peyvendiyên me bi hinek Wezîrên vî re weke Wezîrê Hundir Serkozy re hebûn, li gel Serok Holenda 4 anjî 5 caran me hev û du dîtiye bi taybetî dema ku, Serokê partiya sosiyalîst bû, peyvendiyeke tekekesî a gelek bihêz di navbera me de heye ez gelek dixwazin serdana Franseyê bikim, jiber ku, Franse yek ji wan welateye ku, em gelek girîngî didine, dixwazin peyvendiyên xwe bihêztir û berfiretir bikin, di sala 2010an de tevî dostê xwe yê kevnar birnard Kushner li gel Sarkozy li Parîsê civiyan, peyvendiyên navbera min û Kushner gelek bihêzin.

Pirs- Hun siyaseta Derve ya Rûsiyayê çawe dinirxênin bi taybetî siyaseta biluka Rûs û Çîn di nava civata ewlekariya NY a li hember Sûriyayê de?

Serok Barzanî- di nava Dîrokê de di navbera Rûsiya û Çînê de di derbarê çendîn meseleyan de bi taybetî li hember welatên din cure jihev fêm kirinek hebûye, ew jî hewl bo zêdetir kirina hejmûna xwe a di asta navnetewî de didin, ez nikarim bijêm kîjan rast û kîjan şaşe, lê têşta ku, tê zanîn eve ku, mimkune xelkê Deverê bibin qurbaniya wan nakokiyan.

Pirs- Gelo qanûna hêlbirînê ya Kurdistanê her heman qanûna Bexdayê ye mebest eve Gelo qanûna hêlbirînê ya li Îraqê weke qanûna Kurdistanê ye?

Serok Barzanî- qanûnên me bo hêlbirênerên Biyanî gelek wekirîne û Hêlbirênerên Biyanî dikarin gelek fêde ji wan qanûnan bigirin, piraniya kompaniyên mezin yên Cîhanêê bi çaveke erênî li wan qanûnan dinêrin, qanûna me cudaye ji qanûna Bexdayê ya di warê hêlbirînê de, gelek kompaniyên mezin hatine û vê hîn jî werin jiber ku, di warê abûrî de pêşkeftinên gelek mezin li Kurdistanê de hene.

Pirs- Gelo Hun çend amadene ku, eger Îraq rêz ji destûr û peymanên heyî yên di navber we de negire ligel Îraqê bimeşin?

Serok Barzanî- Eger bizanin ku, destûr binpê dibe, ji nêrxên xwe wela dibe û nayê cîhbicîhkirin vê demê em nikarin li gel pergaleke bi vê rengî bijîn, em nikarin di bin siya pergaleke Dîktator li Îraqê de bijîn.

Pirs- Ev du salên dawî salên Bihara Erebî bûn li Deverê de lê dibînin ku, tevgerên tundrev yên îslamî weke selefî bihêztir bûne û welatên xwe berbi naaramî ve birine, dizanin ku, ti hêzeke Amerîkayê jî li Îraq tuneye gelo Kurdistan dibe bibe xwedan çi hêzek daku, xwe ji Terorîstan biparêze?

Serok Barzanî- Felsefeya me li ser bingehê xwe parastinêye, em ti carî êrîşa ti kesekî nakin, li gorî destûra bingehîn ya Îraqê mafê me heye ku, bibin xwedan hêz bo parastina xwe, me perwerdeya hêzên pêşmerge kiriye daku, bibin bingeha pergala parastinê, pêşmerge bo her eger û bûyerekî amadeye.

Pirs- Eger xweziyeke we bo paşeroja Kurdistanê hebe gelo ev xwezî fedraliya zêdetir, serbixweyî anjî pêşkeftineke zêdetire?

Serok Barzanî- bi pêkenîn her sê xweziyên min hene.
Top