• Tuesday, 03 February 2026
logo

Rapirsî: Di hilbijartinên civatên parêzgehan de PDK yekem, Goran duyem, YNK sêyem e

Gulan Media October 25, 2011 Nûçe
Rapirsî: Di hilbijartinên civatên parêzgehan de PDK yekem, Goran duyem, YNK sêyem e
Li gorî endamên rapirsiya dawî li Herêma Kurdistanê, di hilbijartinên civatên parêzgehên herêmê de, PDKê rêza yekem û Goranê jî rêza duyem qezenc kir.

Rapirsiyek derbarê xwepêşandanên Sibata 2010, reform li Kurdistanê û hilbijartinên civatên parêzgehên herêmê, ji aliyê navenda pirsên siyasî ya Kurdistanê ve li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê hat sazkirin. Di rapirsiyê de, ji 2500 kesan 2481 kesan bersiva pirsan dan.

Li gorî encamên rapirsiyê ku îro ji aliyê serokê navenda pirsên siyasî ya Kurdistanê Nesret Sofî ve hat aşkerekirin, ji sedî 42,85 welatiyan dibêjin ku egera wê heye ku cardin xwepêşandanên sibata 2010ê rû bidin, lê ji sedî 34,66 jî dibêjin dubare nabe.

Derbarê reformên li Kurdistanê jî, ji sedî 31,16 welatiyan di wê baweriyê de ne ku hikûmet gavên kêm bo reformê avêtiye û ji sedî 27.65 jî berovajî vê yekê hizir dikin, ji sedî 19,02 jî dibêjin tu gavek nehatiye avêtin.

Di bersiva pirsa “Gelo serokê herêmê dikare reformên kûr bike li Kurdistanê?” de, ji sedî 50,94 welatiyan bersivên “nexêr” û “nizanim” dane, ji sedî 49,05 jî gotine “belê”.

Li gorî encamên rapirsiyê, her wiha, ji sedî 62,72 welatiyan dibêjin xwepêşandanên Kurdistanê karekî pêşketî û dîtina berpirsiyariyê ye, ji sedî 35,59 jî xwepêşandanê wek karekî têkder dibînin.

Derbarê hilbijartina civatên parêzgehên herêmê de, ji sedî 79,73 dixwazin hilbijartin bi lîsteya vekirî be, ji sedî 19,23 jî dibêjin bila bi lîsteya sergirtî be.

Her wiha, ji sedî 53,61ê welatiyan dixwazin aliyên dijbere bi lîstin cuda beşdarî hilbijartinên civatên parêzgehan bikin, ji sedî 31,36 jî dibêjin bila bi yek lîstê be. Ji sedî 62,43 welatiyan dixwazin PDK û YNK bi lîstên cuda beşdarî hilbijartinan bikin, ji sedî 36,60 jî dixwazin bi lîstekê beşdar bibin.

Li gorî encamên rapirsiyê, ji sedî 35,83 xelkê Kurdistanê, di hilbijartinên civatên parêzgehan dê dengê xwe bidin PDKê, ji sedî 21,08 deng bidin Goran, ji sedî 12,78 bo YNKê, ji sedî 8.18 bo Yekgirtû û ji sedî 3,83 jî bo Komelê.

Di bersiva vê pirsê de ku “Kîjan lîder te han dide ku beşdar hilbijartinan bikî?”, ji sedî 34,14 Mesûd Barzanî, ji sedî 15,76 Newşîrwan Mistefa, ji sedî 10,12 Celal Talebanî, ji sedî 3,43 Elî Bapîr û ji sedî 2,74 jî Selahedîn Behadîn.

(AKnews)
Top