Paşayê Ordunê û serokê hikumeta herêma kurdistanê rewşa deverê helsngand
Despêkê Dr. Berhem silawa serok Talibanî û serok Barzanî ji Paşayê Ordunê re ragihand û paş herdu alî li ser barûdoxa navçeyê di hêla siyasî. Aborî û peywendiyên Êraq û Herêma Kurdistanê bi Ordunê re guftûgu kirin.
Paşayê Ordunê azmûna Herêma Kurdistanê azmûneka serkeftî nirxand û piştiwaniya xwe ji gelê Kurdistanê re da xuyakirin.
Duh serokê hikumeta Herêma Kurdistanê Berhem Salih beşdarî civîna Monteda li Ordunê bû di çavpêkeftinekê da bi serok wezîrê Qeterê Hemed Bin Casim Al Sanî û serokê hikûmeta Filistînê Selam EL-Feyaz li ser rewşa navçeyê û peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê bi Qeterê û Filistînê re guftûgu kir.
Her weha Dr. Berhem bi sinator Colynzo û Sinator Con Meccyn re civîya û li ser metirsiyên vekişana hêzên Amerikayê li Êraqê re danûstan kir.
