Barzanî ji bo qurbaniyên erdheja bajarê Wanê peyameke serxweşiyê pêşkêşî Serok Komar û Serok Wezîrê Tirkiye kir
Ji bo birêz Abdullah Gul Serok Komarê Tirkiye û Receb Tayyib Erdogan Serok Wezîrê Tirkiye.
Bi mixabinî min nûçeya erdheja bajarê Wan û dewrubera wê bihîst, ku bi wê sedemê hejmareke zêdeyê hemwelatiyan bûne qurbanî û ziyanekî mezin jî gihandiye.
Bi vê xemgîniyê hevxemiya xwe û gelê Herêma Kurdistanê derdibrim û serxweşiyê jî li we û kesukarê qurbaniyan dikim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim sebirê bide we û qurbaniyan bi bihûşta fireh şad bike û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran dixwazim.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
23/10/2011
