Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê NYê li Iraqê kir
di hevdîtinê de, Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî pîrozbahiyê destbikarbûna li wê postê da kir û hêvî xwest ji bo çareserkirina pirsên Iraqê de sûda nêrîna wî hebê, bi taybetî ku wergirtina wê posta nû ya li demek da ye ku Iraq û Herêma Kurdistanê li rewşekî hestiyar daye û amadehiya Herêma Kurdistanê jî li palpiştî û piştgîrîkirina serxistina erk û karên wî de derbirî.
Paşê Serok Barzanî û Nûnerê Taybetî yê Neteweyên Yekgirtî komek pirsên girîng nirxandin ku pêwîst bûn bi pêvajoya siyasiya Iraqê û pêvajoya bi cîhkirina maddeya 140 û karê paşaroja Neteweyên Yekgirtî bi taybetî piştî vekişana hêzên Emerîka li Iraqê li dawiya îsal da û her wiha pirsê helawestiyên di navbera Hewlêr û Bexda pirsa asayîşa navçeyên veqetandî û karê hêzên hevbeş hate guftûgokirin.
Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî ragihand ku berê Balyozê Elmanya bûye li Iraq û piştî vegeranê hest bi wê dike ku raste Iraq guhertinê bi xwe ve dîtiye lê belê mixabin gelek pirsên girîng wekî xwe û bi bê çareserî mane û yek ji wan jî maddeya 140 e.
Serok Barzanî tekez kir ku baştirîn çareserî ji bo pirsê navçeyên veqetandî bi cîhkirina destûra Iraqe û li wê jî girîngtir bûna îradeya çaresere. Her wiha li vê hevdîtinê de her du alî li ser berdewamiya pêwendiyên di navbera her du alî ji bo karkirinê bi giyanekî berpirsiyarane bi hevre bûn ku ji bo wê hengavê ciddî ji bo bicîhkirina destûra Iraqê û çareserkirina pirsa navçeyê veqetandî bê avêtin. Li vî warî de tekez li ser girîngiya encamdana serjimêriyê li tevahiya Iraqê kirin.
Her wiha nirxandina pêşketinên dawiya navçeyê û bandorên wê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.
