• Tuesday, 03 February 2026
logo

Rawêjkarê Malikî: Dibe ku Iraq li Hember Hatina Artêşa Turkiye bo Nav Xaka wê Astengî Dernexe

Gulan Media October 22, 2011 Nûçe
Rawêjkarê Malikî: Dibe ku Iraq li Hember Hatina Artêşa Turkiye bo Nav Xaka wê Astengî Dernexe
Di şerê navbera PKK û Turkiye ku têde hijmarek leşkerên Turkye hatin kujtin, gomana wê yekê heye ku artêşa Turkiye sînorên Iraqê derbas bike, di vê derbarê de, rawêjkarê Nûrî Malikî dibêje, dibê ku hukûmeta Navendiya Iraqê qet nerazîbûneke wê nebê derbarê hatina hêzên Turkiye bo nav xaka Iraqê.

Rawêjkarê serok wezêrîn Iraqê bo kar û bare Herêma Kurdistanê Adil Berwarî bo ajansa nuçe û Radio ya Peyamnêr ragihand: li gorî nêrîna min hukûmeta Turkiye daxwaza hêzê dike, dibe ku daxwaz ji Iraqê bike ku sînorên xwe bi parêze, yan jî dibêje rê bidin me emê cihê ku bixwazin derbas bibin, ku ev jî di gotinên serok Wezîrên Tûrkiye Erdoxan de derdikevin hole.

Berwarî weha jî got: Hukûmeta Iraqê ne bi wê yekê reye ku danustandin bi PKK re bê kirin, her weke Emerîka û Turkiye jî ne li gel vê yekê ne, bi baweriyên min, ev arîşe bi şer nayê çareser kirin, berê jî di sala 1984 de rêkeftinek di navbera Turkiye û deshiladarên berê yên Iraqê de hebû di wê rêkeftinê de mafê hêzên Tûrkiye heye ku ji 15 heta 20 km derbasî nava xaka Iraqê bibin, lê nayê zanîn ka ev rêkeftin maye yan hatiye pûçkirin, bo vê yekê weha dibînim ku hukûmeta Iraqê çi rêgirtinekî li hember hatina hêzên Turkiye bo nava xaka wê bi kar nayînê.

PNA
Top