Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya xanim Loretta Sanchez Endama Kongresa Emerîka kir
Li hevdîtinê de, xanima Loretta Sanchez, ji bilî xweşhalî derbirîna bi serdana Herêma Kurdistanê komek pirsiyarên sebaret bi rewşa Herêmê û Iraqê ya piştî vekişana hêzên Emerîka ji Iraqê û ew avadaniya ku li Herêma Kurdistanê hatiye kirin û pêwendiya Hikûmeta Herêmê li gel welatên dewruber û çawayiya beşdarbûna kompanyayên Emerîka li avadankirina Kurdistanê de û ew astengiyên ku rû bi rûyê Herêmê dibin pêşkêşî Serok Barzanî kir.
Serok Barzanî gelek bi hurî bersîva pirsiyaran da û dîtin û nêrîna xwe ya sebaret bi wan meseleyan xisterû û bi kurtî di derbarê qonaxên pêş û paşî raperînê û ew karesat û nehametiyên ku berî raperînê hatibûn serê gelê Kurdistanê pêşkêş kir û tîşk xiste li ser wê pêvajoya avadaniya ku piştî rizgarkirina Iraqê hatiye holê.
Xanim Loritta Sanchez sersamiya xwe bi gelê Kurdistan û qurbaniyan û ew lêborîna ku piştî raperînê nişandaye derbirî û ji bo wan hemû pêşketinên ku li hemû waran da hatine holê, destxweşiyê li Serok Barzanî kir û bi mebesta zêdetir alîkarîkirina Herêma Kurdistanê amadehiya xwe jî nîşanda ku kom dengiyek li nav Kongresa Emerîka de peyda bike.
