• Tuesday, 03 February 2026
logo

Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê yekemîn festîvala kultûrî ya Koriya Başûr destpêkir

Gulan Media October 21, 2011 Nûçe
Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê yekemîn festîvala kultûrî ya Koriya Başûr destpêkir
Bi amadebûna birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, Hêro Îbrahîm Ehmed Endama Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê û Xanima Yekema Iraqê û Dr Kemal Kerkûkî Serokê Parlemena Kurdistanê û hejmarek ji berpirsên partiyên hikûmî û cemawerekî zêde li hola Şehîd Mamosta Se'ed li Hewlêr Yekemîn Festîvala Kultûrî ya Koriya Başûr destpêkir.

Li destpêka festîvalê da Balyozê Koriya Başûr li Iraq gotarek pêşkêş kir û têda balkişand li ser wê yekê ku yekemîn care ev cure festîvala kultûriya Koriya Başûr li Herêma Kurdistanê dihête pêşkêş kirin.

Her wiha ronahî kir ku pêwendiya rewşenbîrî û kultûrî û aboriyên di navbera Koriya Başûr û Herêma Kurdistanê li sala du hezar û çar ve dema Tîma Zeytûn hate Kurdistanê destpêkir û li warê binyatnan û avadankirinê çend projeyek bi cîh kirin û tekez li ser pêwîstiya pêşxistina wan kir.
Top