• Tuesday, 03 February 2026
logo

Davutoglu ligel Nêçîrvan Barzanî civiya

Gulan Media October 20, 2011 Nûçe
Davutoglu ligel Nêçîrvan Barzanî civiya
Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî çû Tirkiyê. Nêçîrvan Barzanî ligel Wezîrê Derve civiya û piştre jî wê ligel serokwezîrê Tirkiyê bicive.

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî çû Tirkiyê. Nêçîrvan Barzanî despêkê li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu civiya û piştre jî wê ligel Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan jî hevdîtinekê lidarbixe.

Nêçîrvan Barzanî ji aliyê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu ve hat pejirandin. Li gor agahdariyan hevdîtina Ahmed Davutoglu û Nêçîrvan Barzanî li ser şerê li navçeya Çelê ya Colemêrgê hatiye lidarxistin.

Li gor malpeta televizyona TRTHaberê, wê Davutoglu di hevdîtina ligel Nêçîrvan Barzanî de ji Nêçîrvan re bêje ku, ew ne şermezarkirinê, pêngavên berbiçav dixwazin û wê bi rêya wî bi awayek berbiçav ji Rêveberiya Herêma Kurdistanê re ragihênin.

Li gor Ajansa ÎHA ya Tirkiyê, wê Nêçîrvan Barzanî ji aliyê Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan ve bê pejirandin. Erdogan wê îro di saet 15.00an de li gel Arîkarê Serokê Giştî yê PDKê Nêçîrvan Barzanî li serokwezîrtirtiyê bicivin.

Hêjayî gotinê ye ku serdana Nêçîrvan Barzanî piştî kuştina 24 leşkerên Tirk ya ji aliyê gêrîllayên PKKê ve tê.

Rudaw
Top