Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Fermandeyê Giştî yê Hêzên Emerîka li Iraq kir
Li hevdîtinê de, General Austin General Robert Caslen bi Serok Barzanî nasand ku piştî vekişana hêzên Emerîka li dawiya îsal da cihê wî digrê.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de di derbarê pêvajoyê û hewl û çareserkirina nakokî û cûdahiyên ku ji bo niha û paşaroja dosyeya siyasî û demokrasiya Iraqê girînge danustandina bîr û ramanan kirin û her wiha tîşk xistin li ser meseleya vekişana hêzên Emerîka ku niha cihê guftûgoya aliyê siyasiyên Iraqe.
General Austin ji bo wan hewldanên taybetiyên bi navê yekxistina rêzên pêkhatên Iraqê û serkirdeyê siyasiyan li nêrîneke pêwîstiya çareserkirina hemû pirsan û hevdû nêzîk bûn û hevdû têgihiştina hevbeşên bi wan armancên ku aramiya siyasî û emniya li Iraqê da mîsoger bike spasiya Serok Barzanî kir û rola gelê Kurdistanê jî li vî warî de bilind nirxand.
Serok Barzanî ji bo wergirtina wê posta nû pîrozbahiyê li General Robert Caslen kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.
