Bûyera Çelê, Enqere hejand û Erdogan serdana xwe ya derveyê welêt betal kir û civîna awerte lidarxist
Piştî şerên dijwar ên li navçeya Çelê, Enqere hejiya. Serfermandar û fermandarên leşkerî çûn Çelê, Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglû serdanên xwe yên derveyê welêt betal kirin.
Serokwezîr Erdogan serdana xwe ya Qezekîstanê betal kir û li Navenda Serokwezaretê ligel Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay, Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn, Wezîrê Parastinê Îsmet Yilmaz, Wezîrê Dadê Sadullah Erdgîn, Misteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan dest bi civîneke awerte kirin. Tê payîn ku Wezîrê Navxweyî Naîm Şahîn piştî civînê biçe herêmê.
ANF
