Navdewletî - Cihgirê Serokê Parlîyamenta Rûssîya Daxwaza Serxwebûna Kurdistanê Dike
Bi nerîna cihgirê serokê parlîyamenta Rûssîya û serokê partîya Lîberal a Demokrat, Vladîmîr Jirînoviksî, ku pêdivîye Amerîka, NATO û Yekîtîya Ewropa piştivanîya şerrekê çaverêkirî bikin û di evê bareyê de piştivanîya gelê kurd bikin.
Welatên rojava dan bi serxwebûna Kosovo dan, belê di heman demê de rojava hest bi arîşeya kurdan nake, bi dehan sale, ku kurd bi bomb û topan dihêne kujtin, ti kes jî alîgirê neteweya kurdan li rojhelata navîn nake, belê xuyaye heta ku Turkîya pêwîst be, kurd ne pêwîstin.
Niha Îran û Turkîya amadeyîya xwe ji bo lêdana çekdarên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) li herêma kurdistanê derbirîne, li gor nerîna Jirînoviksî be, ku di demekê weha de, gerek Amerîka û Ewropa bi berdewamî piştivanîya pirsa kurdan bikin û pirinsîpên mafên mirovan pêşan bidin.
Ji alîyekî din ve, Vladîmîr Jirînoviksî, nameyeka fermî pêşkêşî serokê Amerîka, Barak Obama, û sekreterê giştîyê NATO , Endres Rasmosîn, û serokê encumena Yekîtîya Ewropa, Hîrman Wan Rompî, kir û tê de dibêje: kurd mezintirîn gelên cîhanê ne û heta niha welatekî ewan serbixwe tine ye û bêhtir ji 40 millîyon kesin ku bi ser dewletên Turkîya, Îran, Iraq û Sûrîya de hatine dubeşkirin û eve bêhtir ji çendan dehane ji bo serxwebûna xwe xebatê dikin.
Jirînoviksî got, desthelatdarên Turkîya nerînên qirrkirinê li hember gelê kurd venaşêrin, mixabin heta niha jî ti dezgehekî dîplomatîkîya welatên cîhanê li ser pirsa kurdan helwêstên xwe nîşan nedan e, heta niha jî pirsa kurdan wek bi dizî û veşartî çav lê dihê kirin.
Herweha da nîşandan, ku ez bi temamî di evê bawerîyê de me, ku çaresernekirina pirsa kurdan û berdewam bûna evê rewşê, bara rojhelata navîn aloz tir dike, ji ber evê çendê jî pêdivîye Amerîka, hêzên NATO û Ewropa piştivanîya temamî li helkirina şerrekî xwînawî bikin û pirsa kurdan çareser bikin.
