Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Yekîtiya Zanîngehên welatên Ereban kir
Li hevdîtinê de Dr. Ehmed Dizeyî Serokê Zanîngeha Selahedînê amade bû, Serokê Yekîtiya Zanîngehên Welatên Ereban xweşhaliya xwe bi pêşketina xwendina bilinda li Herêma Kurdistanê da û ew piştgîriya ku Serok Barzanî li xwendina bilind dike derbirî û ragihand ku piştî raperînê xwendina bilind li Herêma Kurdistanê pêşketineke ber bi çav tê dîtin û niha Kurdistan xwedî hejmareke zêdeyê zanîngehane li gor berî raperînê ku tenê yek zanîngeh hebû ku eve jî belgeyeke ji bo wê girîngiya ku Serok Barzanî bi xwendina bilind dide. Li vî warî de Serokê Yekîtiya Zanîngehên Welatên Ereban balkişand li ser girîngiya Serok Barzanî ya sebaret bi dirûstkirina kampekî nû ya zanîngeha Selahedîn û behsa wê konferansa zanistiyê jî kir ku zanîngeha Selahedîn li Hewlêrê encam dide.
Her li vê hevdîtinê de, Serokê Yekîtiya Zanîngehên Welatên Ereban behsa wê kongreya giştî kir ku Yekîtiya Zanîngehên Welatên Ereban bi niyaze li sala 2013 û li jêr serpereştiya Serok Barzanî li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê da encam bide.
Serok Barzanî, ji bilî xweşhalî derbirîna bi sazkirina kongreyê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê amadehiya Hikûmeta Herêmê li pêşkêşkirina her hêsankariyekî pêwîst derbirî û li jiyana her mîlletek da tekez li ser girîngiya xwendina bilind kir.
