• Tuesday, 03 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Kurdên Kazakistan û Qirgizîstanê kir

Gulan Media October 17, 2011 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Kurdên Kazakistan û Qirgizîstanê kir
Duh dûşem 17/10/2011 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya şandekî Kurdên Kazakistan û Qirgizîstanê kir.

Li hevdîtinê de, Îbrahîm Asanovîç Serokê şandê armanca serdana xwe ya Herêma Kurdistanê xiste rû û ragihand ku Herêm cihê hêviya hemû Kurdeke û ji bo wê yekê em hatine heta ji rewşê agahdar bibin. Paşê bi kurtî di derbarê rewşa Kurdên wan du welatan û her wiha rûniştvanên Asyaya Navîn bi giştî pêşkêşî Serok Barzanî kirin û daxwaz kirin ku Hikûmeta Herêmê nûnerayetiya xwe li welatê Kazakistan veke û amadehiya pîsporên Kurdê wî welatî jî ji bo xizmetkirina Herêmê derbirîn.

Serok Barzanî ji bilî derbirîna gelek xweşhaliya xwe ya serdana vê şandê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku Herêm welatê hemû Kurdeke û pêwîste Kurdên wî welatî girîngiyê bi parastina nasname û kultur û zimanê zikmakiya xwe bidin û amadehiya Hikûmeta Herêmê jî li alîkarîkirina xwendekarên Kurd û şandina desteyek ji bo nirxandina çawayiya alîkarîkirina wan û her wiha li vekirina nûnerayetiya Herêmê li welatê Kazakistanê da nîşan da.
Top